Li Bakurê Kurdistan operasyon û li Başûr jî bombebaranên dagirkeriyê

NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker li çend deverên Bakurê Kurdistanê operasyon dan destpêkirin û li başûrê Kurdistanê jî çend dever hatin bombebarankrin. Derbarê ziyanên operasyon û bombebaranan de heta niha tu agahiyên zelal nehatine bidestxistin.

Dewleta Tirk a dagirker îro êvare li çend deverên Bakurê Kurdistanê operasyonên nû yên leşkerî dan destpêkirin û li başûrê Kurdistanê jî çend dever hatin bombebarankirin.

Li gor agahiyên bidest ketine, artêşa dewleta Tirk a dagirker li Geliyê Zîlan ya ser bi bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê operasyonek nû ya leşkerî da destpêkirin. Operasyon bi beşdariya bi hezaran dagirkeran hatiye destpêkirin û li gelek deveran qedexeya derketinê hatiye ragihandin.

Li aliyek din jî balafirên dewleta Tirk a dagirker dewrûbere gundê Guherzê û Fîrewn yê bajarokê Dêreloka girêdayî navçeya Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Duhokê ve bi dijwarî bombebaran kirin.

Di heman demê de balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker Herêma Metîna bi dijwarî bombebaran kir û heta niha jî balafirên dewleta faşîst li ser esmanê herêmê difirin.

Hate zanîn ku di operasyonan de ziyan madî gihaye nîştecihên herêmê. Lê heta niha derbarê şehîd û birîndaran de tu agahiyên zelal bidest neketin.

(wd)