MAK’ê li dijî midûriyeta emniyetê ya Nisêbînê çalakî kir

NAVENDA NÛÇEYAN

Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê (MAK) ragihand ku li dijî tecrîd û qirkirina leşkerî û siyasî ya dewleta Tirk li dijî midûriyeta emniyetê ya Nisêbînê bi teqemeniyên destçêkirî çalakî kirine.

Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê (MAK) daxuyaniyek weşand û got: “Milîsên me 11’ê Gulanê derdora saet 19:00’an de li navçeya Nisêbînê li dijî midûriyeta emniyetê ya polîsên êşkencekar ku li Kolana Cumhuriyetê ye, bi teqemeniyên destçêkirî çalakî kirin.”

MAK’ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku çalakî ji bo bersivdayîna tecrîd û sîstema qirkirinê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û operasyonên leşkerî û siyasî yên li Kurdistanê hatiye kirin.