NAVENDA NÛÇEYAN
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK di 24-25-26.05.1999’an de li bajarê Amsterdam ê Hollandayê bi amadebûna 700 nûner, mêvan û dostên Kurdan, nûnerên gelê Kurdistanê li hev kom bûn û Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ragihandin.
Di dîrokê de çanda xwe rêvebirinê ji xwe de pêş nekitiye. Di destpêkê de ji bo xwe rêvebirinê têgihiştin û hişmendiya rêxistinî ya civakî pêş dikeve. Heta pejirandina giştî li ser vê çandê bibe zehmetiyên mezin jî hatiye kişandin. Bi demê re yên xwedî hişmendiya serdest û desthilat dijberî vê rewşa xwerêveberiyê tevdigerin û bi awayekî dawî li vê xwerêvebirinê tînin.
Êdî gel û civak ji aliyê serdest, hêzdar û hukumdaran ve tê rêvebirin. Lê belê ew civaka xwezayî ya ku çanda xwerêvebirinê diparêzin jî li dijî vê rewşê têkoşîna xwe ranawestîne û bi hezaran salî li ber xwe dide. Di dîrokê de em rastî gelek kesayet û tevgerên ku ji bo xwerêveberiya civakê têkoşiyane tên.
Yek ji van civak û gelan jî gelê Kurde ku ji bo xwerêveberiyê bi sedan salane têkoşîn dide meşandin. Ji bo vê jî gelê Kurd yekitiya neteweyî ji bo xwe esas girtiye. Di vê çarçoveyê de ji bo yekitiya neteweyî were avakirin, bi kombûna gelek nûner, mêvan û dostên Kurdan ji bo nîqaşkirin û biryar girtina li ser berjewendî û pirsgirêka Kurd, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) hate avakirin.
KNK bi şêweyê parlamenekê ye û tê de li ser pirsgirêkên netewî û siyasî guftugo û nîqaş tê kirin. Ev rêxistin stûnên xwe li ser bingehê Konfederalîzma Demokratîk daniye û bi sîstema hevserokatiyê tê birêvebirin. Her du salan carekê hilbijartina endamên rêveberiyê û hevserokatiyê tê kirin. Di kongreya herî dawî ya KNK’ê hatî kirin de Zeyneb Muradî û Ahmed Karamûs wek hevserok hatin hilbijartin.
Li gel bi sedan civîn, konferans, komxebat û kombûnên li ser mijarên cuda cuda, heta niha 22 kongreyên giştî li Ewropa, Başûr û Rojavayê Kurdistanê lidarxistiye.
Ev rêxistin ji bo çend armancan hatiye damezrandin; komkirina hemû partî û rêxistinên Kurdistanî di bin sîwanekê de, çareser kirina pirsgirêk û nakokiyên di navbera partî û rêxistinên siyasî de, afirandina gotareke yekgirtî ya Kurdan li dijî dagirkeran û cîhanê, hebûna nûnertiya Kurdan li derve, amadekirina siyaset û bernameyeke giştî, diyarkirina xeteke giştî ku hemû rêxistinên siyasî yên Kurd li ser wê nêrîn û bernameya xwe ya siyasî ava bikin û di vê çarçoveyê de bi dost û dijberan re têbikoşin.
KNK niha sîwana 49 partiyên siyasî, bi dehan kesayetên navdar, rêxistin û saziyên civaka sivîl e, ev 25 sal in ji bo van armancan têdikoşe. Salane ji bo çareserkirina pirsgirêkên Kurd û gefên rûbirûyê wan kongre û konferansan li dar dixe.
Di nava KNK’ê de komîsyonên derbarê mijarên cur be cur weke Komîsyona Karên Derve, Komîsyona Jinan, Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê, Komîsyona Jîngehê hene. Her wiha Komîteya Ragihandinê, Komîteya Darayî û Komîteya Mafe Mirovan cih digire.
Partiyên di nava KNK’ê de her çendî di têkoşîna xwe ya ji bo bidestxistina mafên neteweyî de nêrîn û rêyên xwe yên siyasî hene, lê li ser çareserkirina hemû pirsgirêk û nakokiyên heyî de hemfikirin û li ser rûbirûna li beramberî gefên li ser Kurdan hemfikirin.
Avakirina yekitiya netewî armanca herî bilind û sereke ya têkoşîna siyasî ya Rêber Ocalan a zêdetirî 50 salan bû. Bi berdewam tekezî li ser vê yekê kiriye ku divê gelê Kurd yekgirtî û yekdeng bin. Ji bo wê jî hertim daxwaza avakirina sazî yan jî rêxistinek ku hemû rêxitin û aliyên siyasî yên Kurdî dibin wê sêwanê de kom bibin. KNK jî li ser pêşniyar û israrî wî hate avakirin.
Li gel xeta têkoşînê ya di dîroka gelê Kurd de, her wiha xeta çavsaxî û xiyanetê jî cihê xwe di rupelên reş ên dîrokê de girtine. Tevî ewqas hewldan û têkoşîna ji bo lidarxistina Kongreya Neteweyî, careke din pirsgirêka navxweyî ya Kurd li pêşiya lidarxistina Kongreya Netewî bûye astengek mezin. Ev jî ji ber siyaseta cudaxwaz a PDK’ê û dûrketina ji xeta netewî ye.
PDK ne tenê ti dezgehên yekgirtî yên weke KNKê red kiriye. PDK’ê ne tenê rêxistin û saziyên yekbûyî yên weke KNK’ê red kiriye, di esasê xwe de yekîtiya Kurdan red kiriye. Li gel ku rêxistinên weke KNK’ê qebûlkirin ku PDK’ê rêveberiyê bigire destê xwe de jî lê PDK’ê red kir ku beşdarî kongreyê bibe. Heman çarçoveyê de, di sala 2013’yan de li Îmraliyê de Rêber Ocalan pêşniyar kir ku Mesûd Barzanî bibe serokê Kongreya Neteweyî ya Kurd û bi şêweyek demî were meşandin. Lê dîsan Barzanî vê yekê jî red kir. PDK’ê tenê dixwest herdemî serokatiyê bike û weke k dewleta Tirk dixwaze birêve bibe.
Di heman salê de diviyabû Kongreya Neteweyî ya Kurd bi beşdariya PDK’ê bihata lidarxistin, lê piştre PDK’ê bi hinceta kêmbûna nûnerên xwe yên di kongreyê de, xwe ji kongreyê vekişand.
Di çarçoveya xurtkirin û pêkanîna yekitiya neteweyî û lidarxistina Kogreya Neteweyî de, Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi pêşengtiya Hevserokê giştî yê KNK’ê Ahmet Karamûs di 2’ê Sibatê de serdana Başûrê Kurdistanê kir û ji bilî PDK’ê hinek rêzehevdîtin li gel serokên aliyên siyasî û kesayetên diyar kirin. Ji beriya beriya wê bi caran KNK’ê pêşniyar û daxwaza hevdîtin û civînê ji PDK’ê kiribû, lê bi caran yan bê bersiv hatibû hêlan yan jî hatibû redkirin.
PDK’ê hinek partiyên biçûk jî li derdora xwe komkiriye û ji bo têkbirina KNK’ê rê nade ku tevlî nava KNK’ê bibin. Lê KNK berevajiyê têkçûnê, 25 sal in bi beşdariya çend partiyên bihêz û bibandor, ji bo yekitiya gelê Kurd û çareseriya pirsgirêka Kurd kar û xebat dike û li dijî hemû komployan rawestiyaye.
Hêjayî gotinêye ku roja 18’yê Îlona sala 2023’yan li dijî avahiya Nûnertiya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ya Başûrê Kurdistanê ku li bajarê Hewlêrê ye, êrişeke çekdarî pêk hat. Di êrişê de Endamê û Nûnerê KNK’ê yê Başûrê Kurdistanê Denîz Cevdet Bulbun şehîd bû.
Denîz Cevdet Bulbun jiyanek tijî tekoşîn û berxwedan di xizmeta dîrok, wêje û zimanê Kurdî de derbas kir. Hem li Bakur, hem li Rojava û hem Başurê Kurdistanê kedên mezin di wê oxirê de da. Bulbun bi xeyalê pêkanîna yêkitiya di nav Kurdan de, dema Endamê KNK bû û nûnertiya KNK ya Başûrê Kurdistanê dikir ji aliyê PDK û dewleta Tirk ya dagirker ve hate şehîdkirin.
(fk)