41 salin Başûrê Kurdistanê dibin êriş û dagirkeriya dewleta Tirk deye

NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê, 41 sal temamin bê navber berdewamin. Îro jî bi dehan curên çekan, roket, balafir, bombeyên taktîkî û kîmyayî li ber çavê cîhanê sivîlan dike hedef. Lê civaka navneteweyî xwe kor, kerr û lal kiriye.

Dewleta Tirk a dagirker, bi tevlîbûna xwe ya NATO’yê re siyaseta qirkirinê ya li ser gelê Kurd, ji sînorên xwe derxist û berbelavî her çar beşên Kurdistanê kir. Welatên NATO’yê di serî de Emerîka ku dixwestin statuya stratejîk ya Tirkiyeyê ya li herêmê ji bo berjewendiyên xwe bikarbînin, bi çavgirtina li qirkirina gelê Kurd û firotina çekan, raste rast hevkariya dewleta Tirk kirin. Ji salên 1980’an ve,  her cûre çekên kîmyawî, balefirên şer ên F-16, top, fûze û pêdawîstiyên din ên leşkerî ku li dijî Tevgera Azadiya Kurd û qirkirina gelê Kurd de hatîn bikaranîn, hemû ji aliyê NATO’yê ve ji bo Tirkiyeyê hatine dabînkirin.

 

Her wiha dîsa ji salên 1980’an û vir ve, hemû êrişên dagirkeriyê û qetlîamên li Başûrê Kurdistanê, dagirkeriya li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, qirkirinên siyasî yên li Bakurê Kurdistanê, 17 hezar kiryarên terorî yên faîlên wan diyar, valekirin û şewitandina zêdetirî 3 hezar gundan, bi zorê koçberkirina bi sedhezaran kesan, hilweşandin û hovîtiya li Cizîr, Sur, Nisêbîn û Şirnexê, hinek ji encamên siyaseta qirkirinê ku bi destê NATO’yê dijî gelê Kurd hatî pêkanînin.

Êrişa yekemîn

Îro 41 sal li ser êrişa yekem a dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê re derbaz dibe ku heta niha bi hezaran caran xak û welatiyên Başûrê Kurdistanê topbaran, bombebaran û kîmyabarankiriye. Di nava xaka Başûr de zêdetirî 80 baregehên leşkerî hatine avakirin û bi kurahiya 40 km’yan hatiye nav xaka Başûrê Kurdistanê. Li hemberî vê dagirkeriyê jî tenê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê karîne li ber xwe bidin û têkoşîn bikin.

Di sala 1983’yan de her du dewletên Iraq û Tirkiyeyê peymanek bi navê ‘Peymana Koordînasyon û Ewlekariya Sînor’ îmze kirin, ku li gorî wê peymanê her du welat ji bo ‘derxistina serhildêran’ heta 10 km kûrahiyê dikarin bikevin nava xaka hev du.

Ji bo îmzakirina peymanê, Serokê Dewleta Tirkîyeyê yê wê demê ku bi darbeya leşkerî hatibû ser desthilatê Kenan Evren, şandeyek ji bo muzakereyan şandibû Bexdayê û Iraqê jî yekser qebûl kir. Vê peymanê rê li ber êrişên dewleta Tirk û dagirkirina Başûrê Kurdistanê, her wiha deriyê tepisandina tevgera rizgariya gelê Kurd vekiribû.

Di 25’ê Gulana 1983’an de di çarçoveya vê peymanê de dewleta Tirk a dagirker yekem êrişa berfireh a li dijî Başûrê Kurdistanê da destpêkirin. Ev yek jî bû destpêka dagirkeriya ku dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê dayî destpêkirin ku demek dûr û dirêj wê berdewam bikira.

Li gorî bîlançoyên fermî yên Tirkiyeyê 7 hezar leşker beşdarî vê êrişê bûn û bi kurahiya 5 km hatin nav xaka Başûrê Kurdistanê. Piştre di salên 1984-1986-1987’an de êrişên xwe berdewam kir û bi sed hezaran leşkerî beşdar kirin.

Heman êriş dibin navên cuda de berdewamkirin

Ev êriş û operasyonên leşkerî bi van salan re sînordar nema û heta roja meya îro bi navên cuda cuda li nav xaka Başûrê Kurdistanê hatin lidarxistin. Operasyonên ku piştî sala 1983’an û şûn ve li ser xaka Başûrê Kurdistanê hatîn destpêkirin, navên weke ‘Lêgerîna Germ, Hesin, Balyoz, Çakuç, Murat, Roj, Pençe, Kilit Pençe’ û hinek navên din hatin binavkirin.

Îro dewleta Tirk a dagirker di bin navê operasyon û êrîşên curbecur de hewl dide Mîsaqî Millî ji nû ve zindî bike. Xaka Başûrê Kurdistanê bi kûrahiya 40 kîlometreyan û bi firehiya zêdetirî 200 kîlometreyan dagir kiriye. Zêdetirî 80 baregehên leşkerî avakiriye û heman demê de xaka Iraqê jî binpê kiriye.

Rojane sînorê bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirk ve tê bombebarankirin û topbarankirin ku di encamê de welatî têne şehîdxistin. Bi berdewam balefirên şer û balefirên bê mirov li ser asîmanê çiyayên azad digerin. Li gel van dewleta Tirk bi caran çekên qedexekirî yên kîmyawî li dijî xak, welatî û Gerîlayên Azadiyê tê bikaranîn.

Tenê di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi hevkariya NATO’yê ji sala 2015’an ve li Başûrê Kurdistanê pêkaniyî de, zêdetirî 160 welatiyên Başûrê Kurdistanê hatine şehîdxistin. Her wiha di encama êrişan de zêdetirî 300 welatiyan birîndarbûne, li gel van 158 gund hatine valekirin û nêzîkî 600 gund li ber metirsiya valekirinê ne.

Çeka herî mezin a qirkirina gelê Kurd: Balefirên şer ên F-16

Piştî destpêkirina şerê Ukrayna-Rusyayê, Îsveç û Findlandiyayê ku demek dirêj bû polîtakaya bê alîbûnê dimeşandin, ji bo endamtiya NATO’yê serlêdan kirin. Lê Tirkiye bi hinceta ku piştevaniya PKK’ê dike, serlêdana her du welatan redkiribû. Dewleta Tirk a dagirker carek din ji bo qirkirina gelê Kurd, endamtiya NATO’yê ya Îsceç û Fîndlandiyayê qebûl kir. Piştî bersiva erê ya ji bo endamtiya Îsveçê ya Tirkiyeyê, Wezîrê Karên Derve yê Emerîkayê ragihand ku wan firotina 40 balefirên şer ên F-16 û 79 kîtên nûjenkirinê ji bo Tirkiyê pejirandine.

Komkujiyên ku ji sala 1983’an û vir ve bi balafirên şer ên F-16’an ên NATO’yê firotibûn Tirkiyeyê, li dijî gelê Kurd hatin kirin, bi bazara herî dawî hatî kirin peyama berdewambûna qirkirina gelê Kurd hate dayîn.

Berxwedana Gerîlayên Azadiyê û bêdengiya partiyan a li hemberî êrişan

Ji destpêka êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û vir ve tenê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî dagirkeriyê rawestane û di çarçoveya şerê gerîla de bi şev û roj, di nav serma û germahiyê de li dijî artêşa dagirker çalakiyên şoreşgerî pêk tînin. Bi taktîk û profesyoneltiya gerîlatiya modern erd û asîman ji dijmin re kirine qada mirinê. Bi îrade û hêza ku ji têgihiştina felsefe û îdeolojiya Tevgera Azadiyê û rêya Rêber Apo, têkoşînek bêhempa ku li cîhanê mînaka wê nehatiye dîtin raber dikin.

Tevî van hemû êrişan jî her sal bi dehan gerîla ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda dikin û pêşî li dagirkeriyê digirin. Her wiha çîrokên leheng yên nedîtî tomar dikin ku bi xwîna xwe dîrokek efsûnî dinivîsin.

Lê li aliyê din jî, heta niha ne civaka navneteweyî, ne hikûmeta navendî û ne jî hikûmeta Herêma Kurdistanê di nava van 41 salan de ti helwestek li dijî van êrişên dagirkeriyê nîşan nedane. Li beramberî rojane şehîdxistina welatiyan û wêrankirina xwezaya Başûrê Kurdistanê, xwe kerr, kor û lal kirine.

(fk)