Bi qetilkirina Reûf Akreyî re rêze qetilkirinên rojnamevan û azadîxwazan li Başûr destpê kir

NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî Raperîna yekemîn ya Başûrê Kurdistanê zengila yekemîn ya bêdengkirina rojnamevanan bi qetilkirina Raûf Akreyî hate lêdan û rêzeqetilkirin li pey xwe anîn. Piştî 31 sal ji qetilkirina wî hevrêyên Akrê hê jî tên revandin, di girtîgehê de tên girtin û hewl tê dayîn bên bêdengkirin.

Îro 31’emîn salvegera qetilkirina nivîskar, rojnamevan û çalakvan Raûf Akreyî ye ku di 26’ê Gulana 1993’yan de li Duhokê li ber deriyê mala xwe di encama êrişeke terorî de hat qetilkirin.

Nivîskar, rojnamevan û çalakvan Reûf Kamil Akreyî di sala 1951’an de li Akrê ji dayik bûye. Di nava refên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistan de dest bi têkoşîna xwe kir. Paşê Komeleya Xwendevanan damezirand û qonaxa dawî ya têkoşîna xwe ya xwendevaniyê di nava Yekîtiya Xwendevanên Şoreşger yên Kurdistanê de bû ku ji aliyê wî ve hatibû damezrandin.

Akreyî di sala 1975’an de, tevî ku hîn xwendevan bû, ligel komek rewşenbîr beşdarî damezrandina Partiya Karkern û Kedkarên Kurdistanê bû. Di sala 1978’an de ji ber hestên wî yên welatparêziyê cihê karê wî hate guhertin û ew şandin Rêveberiya Îstatîstîkên Tikrîtê. Weke helwestek dev ji wî erkê xwe berdan û dest bi karkeriyê kir.

Di sala 1984’an de Reûf Akreyî rêkxistina Tekoşîna Kedkarên Kurdistanê damezrand. Di heman salê de li dijî hevdîtina YNK û Partiya Baasê beyannameyek weşand.

Akreyî sernivîserê rojnameya Rêgay Rencderan (Rêya Kedkaran) bû ku bi her du zimanên Kurdî û Erebî derdiket. Di heman demê de çend pirtûk nivîsîne, şoreşgerekê bi disîplîn û bîrmendekî ku di têkoşîna xwe ya ji bo karker û gundiyan de bi baweriyên xwe ve girêdayî ye.

Reûf Akreyî di sala 1987’an de li Badînanê bû pêşmerge. Têkoşîna çekdarî ya Akreyî ji her du partiyên PDK û YNK dûr bû û wî ji bo serxwebûnê têdikoşiya. Piştî Raperînê jî ji bo yekirina hêzên Marksîst û rêxistinên kedê yên li Başûrê Kurdistanê xebat kir.

Di sala 1992’an de rojnamevan Rauf Akreyî li Hewlêrê li dijî êrişên artêşa Tirk yên li ser xelkê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê xwepêşandaneke girseyî lidar xist. Ji ber vê yekê li gel 12 kesên din hat girtin û şeş mehan di girtîgehê de ma ku piştî Raperînê ev 12 kesane wek girtiyên siyasî yên destpêkê tên dîtin.

Têkoşîna Akreyî êdî tenê bi Başûrê Kurdistanê re sînordar nebû, belkû ji bo bidawîkirina nakokiyên di navbera partiyên her çar parçeyên Kurdistanê de têkoşiya û hewl da ku wan bike yek.

 

Di sala 1992’an de Reûf Akreyî bi çend hevalên xwe re çû Akademiya Mahsûm Korkmaz ya li Geliyê Beqayê û bi Rêber Ocalan re hevdîtin kir. Armanca serdana wan bidawîkirina aloziyên navbera PKK,  YNK û PDK’ê bû. Wan pêşniyarên Rêber Ocalan ji rayedarên her du partiyan re anîn. Lê rayedarên PDK û YNK’ê guh neda wan.

Şeva 26 li ser 27’ê Gulana 1993’yê nivîskar, rojnamevan û çalakvanê siyasî Reûf Kamil Akreyî li Duhokê li ber deriyê mala ji aliyê çend çekdaran ve hat qetilkirin. Heta niha jî kujerên wî nehatin girtin.

Şehîdkirina Reûf Akreyî piştî Raperînê li Başûrê Kurdistanê yekemîn qetilkirina rojnamegeran bû. Piştî wî Ebdulstar Tahir Şerîf, Serdeşt Osman, Kawa Germyanî, Wedat Husên û Şukrî Zeynedîn hatin qetilkirin.

Piştî 31 sal ji rêzeqetilkirinên rojnamevan Reûf Akreyî, li Herêma Kurdistanê hewldanên bêdengkirina rojnamevan û çalakgeran berdewam dikin. PDK’ê di sala 2020’ê de zêdetirî 80 rojnamevan û çalakvan li Badînan desteser kiribûn ku hinek ji wan heta niha di girtîgehê de ne.

Di 25’ê Cotmeha 2013’an de, PDK’ê rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa me Silêman Ehmed, bê sedem li Deriyê Sêmalka revand, girt û winda kir. 211 rojan bi tu awayî agahî ji wî nehat girtin. Piştî 211 rojan destûr hat dayîn ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike û bi telefonê bi malbata xwe re tenê du deqeyan baxive. Silêman Ehmed ji bo beşdarî merasîma cenazeyê bavê xwe bibe serdana Rojavayê Kurdistanê kiribû.

(wd)