Şoreşgerî, hunera meşa ber bi Golgotayê ve bû, dizanibû bimeşe

NAVENDA NÛÇEYAN

Ji êş, banga pergalê û mirinê neditirsiya. Çavkaniyên wan yên ku bi dijwariyan re rû bi rû bimînin hebûn; welatê wî, gelê wî, Partiya wî, Rêbertiya wî, rêhevalên wî yên bi pêşengiya Erdal. Ew dilsoz û bi israr bû. Şoreşgerî hunera meşa ber bi Golgotayê ve bû. Dizanibû bimeşe.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn (Îsmaîl Nazlîkul) 27’ê Gulana 2020’an de bû hedefa êrişa hewayî ya dewleta Tirk a li ser Bradostê û şervantiya xwe ya Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya 35 salî bi şehadetê tacîdar kir. Her wiha milîtanekî bê hempa, fermandarekî ku dest jê bernade bû û Kurdekî ku bi bereketa dîtina welatê xwe mînakeke şoreşgerî ya mezin li pey xwe hişt. Wî fezîleta xebata bênavber, hilberandin û parvekirinê bi rûmet ji yên li pey xwe re hêla.

Şehîd Kasim Engîn ji Pazarcikê heta Elmanyayê ji wir heta çiyayên Kurdistanê, beşek ji jiyana xwe nivîsandibû, her wiha di hevpeyvînek li gel Rojnamevan şehîd Seyît Evran di sala 2005’an de jî qala wê kiribû. Va ye Kasım Engin ku sojeya ku me ji gotinên wî berhev kirî:

Destpêkirina ji Pazarcikê

Ez ji Pazarcikê me. 1966’an jidayîkbûme. Pazarcik wek tê zanîn, di nava sînorên Mereşê deye û deverek ku meyla koçkirinê ji nav de heye. Ez jî di temenek biçûk de derketim derve welat. Bavê min ji salên 1965’an ve li dervey welat bû. Piştî li Tirkiyeyê salek du sal xwendinê, cihê esas em lê bi cihbûn Elmanya bû. Hema bêje 15 salan min li wir jiyan kir. Di salên 90’î de jî ez vegeriyam welat.

Du cîhanên ku di nav hev de derbazbûyîn

Li welatê xwe tu zarokî, wisa jiyan dikî, lê piştre diçî dervey welat. Qadek pir cudaye û ev te matmayî dihêle. Dema em çûyîn wê derê, plan û hesabên malbatê cardin vegerîna welat bû. Di esas de te ji bo vegera welat amade dike. Ji ber vê jî li hawirdora hindir girtî dimînî. Encam de tu ji Kurdistanêyî û ji bo vegera Kurdistanê veberhênan dikî, ji ber vê jî şêwedana te li gorî wê çêdibe. Bifikirin hîna 7-8 saliyî û li du cîhanan parçe dibî.

Dema li welatî jî bi parçeyî

Dema li welatî jî cîhanên cuda hene. Kurdî lê dema diçî dibistanê, dibînî ku cîhanên cuda hene. Dema çûm dibistana seretayî tişta hatî pêşiya min cuda bû. Tu zimanê xwe bi xwe naxivî. Mînak min wê jiyan kir. Ger bi Kurdî baxivî, wê lêdan bixwî. Ji xwe li wir şkestinek heye. Şkestina sêyem li gel Elmanan bû. Elman, Kurd û Tirk, ango kesayetek bûyî sê parçe. Kesên ku çanda xwe bi xwe nasnekin û bi çanda xwe re nebûyîn yek, nikarin li gel çandên cuda têkiliyek bi tendurist deynin; yan bi carekê de li ber diçe, yan jî bertek nîşan dide. Navbera wê nikare eyar bike.

Li dibistanê salên bi serkeftî

Min dibistana xwe li wir xwend, zarokatiya min li wir derbaz bû. Piştî li Elmanyayê min 9 salan xwend, ji ber serkeftinê xwendevanê biyanî yê ku mafê derbazbûna amadeyî girtîbûm. Di vê wateyê de li wir xwendevanê ku destpêkê çûyî amadeyî ez bûm. Me gelek werzîş dikir. Em serkeftî jî bûn. Me tenisa li ser mêzê dikir. Hinek madalyayên min jî hebûn. Lîstîkvanek baş yê futbolê bûm. Li gel van li dibistanê di çengên cuda yên werzîşê de min cih digirt. Dibe ku ji ber bêzariya ku li wir heyî jî bû. Ango tu Kurdbûnê jiyan nakî, Tirkbûnê jî jiyan nakî û her wiha ne Elmanî jî. Vê zextê vedigerînî enerjiyê.

Li zanîngehê beşa komputerê

Di wan deman de, em du hevalên ku li derdora Dîlok û Mereşê diçûn dibistana amadeyî; ez û birayê min. Piştre Kurdan pêşketinek mezin bidestxistin. Ya ku ez qala wê dikim salên 1983’yane. Em diçûn dibistana amadeyî. Piştre min li zanîngehê beşa komputerê xwend. Pêvajoyek wiha bû. Em baş fêrî zimanê wan bûn.

Hestê di rêya Macarîstanê de

Heta salên 1985’an kesek ku pir giringî dida bûyîna Elmanek rastbûm. Hemû hevalên min jî bi dilgermî nêzîk dibûn. Li Macarîstanê dema diçûn refa 12 ya amedeyî, me geştek organîze kir. Me Elmanyayê derbaz kir, pirsgirêk derneket. Li sînorê Avusturya û Macaristanê pirsa pasaportan kirin, bê ka kesên biyanî hene yan na. Em 17 kes bûn. Ez û hevalek ji Meletiyê jî gel min hebû. Me her duyan pasaportan derxist. Me zehmetiyek bêmînak kişand. Tam li wir min got, ‘li vir şaşitiyek heye’. Heta wê kêliyê tu xwe wek Elmanek hîs dikî, lê rastî wek şeqamekê li rûyê te dikeve.

Sala vegerê: 1985

1985 ji bo gelek kesan salek wisa ye. Hem qebûl nakî û hem jî nasnameya xwe nizanî. Kesên ku nasname û çanda xwe nizanibin nikarin bi kesên din re bi tendurist bijîn. Ger ku bizanî dikarî kêm jî be sînerjiyek ava bikî. Ger min çanda xwe zanîba, min dikaribû li gel Elmanekê bi rehetî bijiya, di nav de ne diheliyam û min wê li beramber de jî tedbîr bigirta. Neyê naskirin, encam ya qutbunek kure yan jî helandine. 1985 ji bo min salek ku guhertinek mezin derbaz kirî û gihiştîm encamê bû.

Derfetek min hebû ku di her ciwanek ku li Ewropayê jiyan dike de nebû; min çavên xwe di malbatê de vekir. Di salên 76-77 de temenê me 9-10 salî bû. Di malbat û welat de Apocî hebûn. Di salên 77-78’an de yên li çiyayan hebûn. Şêxo Dirlik ê ku şehîd ketibû û Mehmet Dirlik ê li Çewlikê şehîd bûbû hebû.

Di sala 1979’an de helbesta Fuat (Alî Haydar Kaytan) ya ‘Ez mirovbûm (Ben Însandim)‘ xwend. Dema ku hûn di salên xwe yên dibistanê de serketî bin, hûn hinekî taybet nêzî xwe dibin û hûn ji erdê dixişikin. Sala 1985’an min dîsa bi vê axê re anî ba hev.

Li Elmanyayê yekemînê Kickboks’ê

Weke ku min gotî, min spor dikir. Ez tekwandovanbûm, tenîsa masê, bezvan bûm û werzişa ku ez tê de herî serkeftî bûm kickboks bû. Dema min zanîngeh dixwend, di 2’ê Cotmeha 1988’an de bûm yekemînê Elmanyayê. Di tekwandoya kickboksê de 9 xelat û madalyayên min hene. Di çarçoveya Elmanyayê de madalyaya yekem û duyemîn.

Di salên xwe yên zanîngehê de, ez di nav sê kesên pêşîn de bûm. Di salên xwe yên dibistanê de ez hertim xwendevanek serkeftî bûm. Bingeha van serkeftinan ne pir jîrbûn û bi aqilbûn bû, belkî encama kêmbûn û hewldana xwe ya qebûlkirin û dana ecibandinê bû. Dema ku hûn di vê rewşê dene, hûn enerjiyek pir mezin diafirînin.

Koma ku Engîn Sîncer jî di nav de

Beriya tevlî gerîla bibim, komek ya me hebû. Em li gel heval Şehîd Erdal (Engîn Sîncer) bi hev re mezinbûn. Hevalê min yê zarokatî, ciwantî û mîlîtantiyê bû. Me her sê qonaxan bi hev re derbas kirin. Ez ji we re behsa wê komê bikim; Di salên 86-87’an de em çalak bûn. Koma me hemû zarokên karkeran bûn. Erdal Dostgîl jî li wir bû. Ez di 21 saliya xwe de birayê mezin ê komê bûm. Koma me ya folklorê hebû, min kom bi rê ve dibir. Şehîd Erdal 17-18 salî bû. Me futbol dilîst. Piştre me komên futbolê ava kirin. Heval Erdal futbolîstekî mezin bû. Koma me hemû xwendekar bûn. Di wan salan de bi dehan kes ketin bin bandora wê komê û tevlî rêzê bûn.

Erdal çend salan ji min biçûktir bû. Em li cihên cuda dijiyan û dawiya hefteyê me hev didîtin. Dihat cem min û digot ‘filan dersek heye’. Min saetek an du saetan jê re rave dikir. Qadên ku ez têde serdest bûm hebûn; wek bîrkarî, kîmya, fîzîk û elektronîk. Min du saetan jê re rave dikir, ew diçû û di dersê de notek mezin digirt. Ew pir jîr bû. Aqilekî wî yê lez hebû. Ew gula koma me bû. Min qet nebihîstiye ku kesek jê aciz bibe. Ew bi gelemperî di hemû hawîrdorên ku lê dima de kesek pejirandî û hezkirî bû. Ew lîstikvanek fûtbolê ya pir atletîk bû. Di dibistanê de xwendekarekî pir serkeftî bû û di her karê ku dest di avêjiya de jî serketî bû. Mirovekî pir tolerans bû. Ew di malbatê de navendek balkêş bû. Her çiqas her ferdekî malbatê wisa bû jî, Erdal di nav hemûyan de xwedî cihekî gelekî taybet bû. Erdal navenda cazîbeyê bû.

Rêwitiya ber bi çiyayan

Xalê min Mehmet Dîrlîk li Bîngolê di sala 1978’an de bi awayekî hovane hate qetilkirin. Xwepêşandanê destpêkê ya li Pazarcikê li ser şehadeta xalê min hatibû pêkanîn. Li wir me wêneyan dît. Li ser pankartan ‘Şehîdê Xweseriyê û Azadiyê Mehmed Dîrlîk bê mirine‘ nivîsandibû. Di sala 1983’an de ez çûm ser gora xalê xwe. Li ser kevirê gora wê jî heman nivîs hatibû nivîsîn. Wê demê min soz dayê ku ‘Bê guman ezê werim wan çiyayan û tola te hilînim’.

Serpêhatiyên min, lêgerînên min, soza min dayî xalê xwe û gelek faktorên din li hev hatin. Ez di sala 1989’an de tevlî bûm. Piştre ez hatim qada Rêbertiyê. Em ji Helebê derbasî Efrînê dibin. Ji bo min rengê axê ewqas guherî ku min ji şofêr pirsî ‘Ma ev Kurdistan e?’ Dema min bersiva erê girt, ez ji wesayîtê peya bûm û erdê maç kirim. Dema em diçûn, cihekî bi navê Kefercan hebû. Ez li wir jî daketim û erdê maç kirim, xelkê wê derê şaş man. Vegera welat lêgerîna nasname û xwe ye. Hatina welêt hinekî jî li ser vê bingehê bû. Yekbûna min a bi çiyê re li ser vê bingehê çêbû. Heta ku nêzîkatiya wekhev pêk neyê ez li van çiyaya me. Em nikarin tehemûl bikin ku yên din li me jor de binêrin.

Wesiyeta ku ‘tu wê xiyanetê nekî‘

Ez bi zanebûna ku şoreşgerî dijwar, tûj û demdirêje hatim. Ez beşdar bûm, min perwerde dît û dîsa çûm. Dema ez hatim min xatir ji malbata xwe nexwest, lê ez çûm cem malbata Erdal. Diya wî got, ‘Hûn ê xurt bibin, hûn ê bibin namûsa me, di vî karî de îxanet tune.’ Ev wesiyeta wan ya ji min re bû.

Li çiya hevdîtina li gel Erdal

Erdal di dawiya 1994’an de li Çiravê bû. Min dizanibû ku ew li wir e, lê Erdal nû bihîstibû ku ez hatime. Em bi hevala Şehîd Jiyan re li cihekî rûniştine. Min qala hevalê Erdal dikir, lê wî nas nedikir. Li Çiravê cîhên wisa yên bi çal hene. Min dît ku Erdal ji wir derket. Wê gavê dilê min sekinî û rengê wî jî guherî! Hûn dikarin bifikirin ku, ew tenê hat û destên min hejand. Me hev du hembêz nekir. Bawerim ku em her du jî şok bibûn. Nêzîkî deh deqeyan me li hev nihêrî û qet neaxivîn. Piştre heval Jiyan em şiyar kirin. Min paşê nivîsand. Heval Erdal jî ew bîranîn xwendibû. Min di wê bîranînê de gotibû; ‘Min dixwest te wisa hembêz bikim. Hembêzek wusa ku nayê vegotin.‘ Xwendibû û keniyabû. Piştre ji min re got ‘bihêle ez tiştekî ji te re îtîraf bikim, min jî heman hestan jiyankiribû‘. Ji ber ku bi salan me hevdu nedîtibû û dema ku me dît, tenê merhebayek bû. Bi vî rengî bi Erdal re li çiyayan me hev dît.

Piştî salekê em di kongreyê de bi hev re bûn, paşê tabûrên me bi tesadufî hatin cem hev. Em beşdarî civîneke din a konseya leşkerî bûn. Di salên 1994-1995’an de em bi hev re man. Di zivistana 97-98’an de bi hev re di perwerdeya taktîkî de me perwerde dît. Di zivistanê de me gelek nîqaş kir, lê piştî wê me zêde hev nedît. Piştî çend salan me li Şehîd Ayhan hev dît. Ez li dibistana Kurdî bûm. Ez çûm jor. Bi cîhazê bang kir û got wesayît hatin, ez diçim’. Wisa em bêyî xatir ji hev du bixwazin çû û piştî wê careke din me hev du nedît.

Soza ku bi Erdal re hatî dayîn

Ez ji Pazarcikê me. Em heyranê Kurdiya xwe bûn. Di esas de em bi Kurdayetiyê mezin bûn û bi Kurdayetiyê hatin vir. Kurdayetiya me Kurdayetiyeke cuda bû. Di vî warî de vegera welat bi destxistina nasnameyê ye. Dîtina xwe, rûbirûbûna xwe ye. Bi salane ez li çiya me. Di nava yên ku ji dervey welat beşdarbûyî de herî zêde mayî jî ezim. Mebesta min ew e ku ez mesafeya vê rekorê bikişînim û ji kesî re winda nekim. Ya herî baş ew bû ku bi Erdal re vê yekê bikin. Sozek ya me hebû: ‘Em ê nekevin’, lê di qezayeke pir xerab de şehîd bû.

Milîtanê ku xwe ji nû ve afirandî

Min serma, birçîbûn, westandin û tîbûnê wekî zehmetî nedidît, lê zehmetiyên xwe yên vî karî hebûn; Çavê xwe dayîna Girê Golgotayê ye. Wek Îsa bizanebûna wê werî çarmixdan, ketina Kudusê ye. Ma zehmetiyên şoreşgeriyê nînin, hene lê îfadekirina wan karê wêjevanane. Ji xwe şoreşgerî tê wateya rûbirûbûna zehmetiyan. Dema ku çavkaniyên hêzê yên mirov hebe, xwe ji nû ve diafirîne. Mîna Prometheus, divê mîlîtan jî çavkaniyên xwe yên hêzê biafirînin û her roj wan ji nû ve biafirînin.

Milîtanê ku her roj nikare xwe ji nû ve biafirîne, nikare biçe Golgotayê (Golgota/Golgatha). Şoreş karekî demdirêj e. Ji bo bidestxistina vê, divê hûn her roj xwe biafirînin. Ji ber vê yekê Rêbertî, şehîd û hêviya gelan çavkaniya hêzê ne. Ji bo min çavkaniyeke taybet a hêzê jî Erdal e. Ji ber vê yekê, li ser bingeha wê çavkaniya hêzê meşa berbi Golgotayê ve şoreşgerî bi xwe ye. Şoreşgerî hunera meşa ber bi Golgotayê ve ye. Me çiqasî ev yek bi dest xist, ev mijarek cuda ye, lê em xwedî îdîayek mezin a serkeftinê ne.

Ez bi xwe re têm ba hev

Ez ji bo naskirina xwe hatim çiyayan. Di nav de Kurdistan heye, evîn heye, eşq heye, heskirin heye, azadî heye, sosyalîzm heye, evîna welat heye, lêgerîn heye, ev hemû hene, lê di ser hemûyan re ez heme. Ez vê di wateya ezeztiyê/xweperstiyê de nabêjim. PKK, di wateya xwe ya berfireh de tevgereke ku mirov xwe bibîne û nasnameya xwe bi dest bixe ye.

(fk)