‘Armanca dewleta Tirk dagirkirina Kurdistanê ye’

HEWLÊR/ROJNEWS

Dewleta Tirk a dagirker rojane xaka Başûrê Kurdistanê bombebaran dike, welatiyên Başûrê Kurdistanê derbarê êrişan de gotin; “Dewleta Tirk bi armanca dagirkirina xaka Başûrê Kurdistan û tinekirina Kurdan rojane êrişan pêktîne. Ji bo rê li êrişan were girtin, divê aliyên siyasî bibin yek.”

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin, bi taybet jî dewleta Tirk çekên qedexekirî û kîmyawî bikartîne. Tenê ji serê salê ve 10 welatiyên sivîl hatin qetilkirin û gelek jî birîndar bûn. Welatiyên Başûrê Kurdistanê derbarê mijarê de ji ajansa me re axivîn.

Welatiyê bi navê Abdullah Hisên destpêkê êrişên dewleta Tirk yên ser xaka Kurdistanê bi tundî şermezar kir û got; “Dewleta Tirk rojane herêma me ya Behdînanê bombebaran dike, tevî gerîla liwan deran nîne êrişan dike. PKK ne terorîste, partiyek siyasî ye û daxwaza azadî û mafê gelê xwe dke. Lê dewleta Tirk dijî aştiye û dijî Gelê Kurd şer hilbijartiye. Armanca dewleta Tirk dagirkirina xaka Kurdistanê ye, herwiha dixwaze dewleta Osmaniyan zindî bike, Musilê vegerîne ser welatê xwe. Ji bo vê pêwîste civaka navnetewî li dijî êrişên dewleta Tirk dengê xwe derbixin. Bang li hemû aliyên siyasî dikim yekîtiyê di nava xwe ava bikin da ku dawî li êriş û dagirkeriyê bînin.”

Welatiyê bi navê Azad Hekîm jî li ser heman mijarê nêrînên xwe anî ziman û got; “Êrişên dewleta Tirk yên li ser Başûr û parçeyên din yên Kurdistanê, ji bo têkdana aramiyê ye. Dixwaze bi vê rêyê Kurdan parçe parçe bike, ji serdema Osmaniyan ve dewleta Tirk dixwaze Kurdan tine bike. Divê aliyên siyasî ji bo parastina xaka Kurdistanê ya ji dijmin, yekîtiya xwe çêbikin.”