Balefirên dewleta Tirk çiyayên Asos û Helgurd bombebarankirin-Hate Nûkirin

NAVENDA NÛÇEYAN

Balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, piştî devera Asos’ê, sînorê çiyayê Helgurd jî bombebaran kir. Lê heta niha derbarê ziyanan de agahî nehatine belavkirin.

Hate ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker, carek din deverên cuda ên Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.

Nuçegihanê me yê li sînorê Qeladizê ragihand ku balefirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker, Dola Dukaniyan ya li çiyayê Asosê bombebaran kir.

Her wiha Qeymeqamê Mawet ya ser bi Şarbajêr Kameran Hesen ji Rojnews’ê re ragihand ku beriya balefirên şer ên dewleta Tirk, lutkeya Kurîsî ya li Gelale bombebaran kirin, lê ew herêm ji deverên avahîdaniyê û niştecihbûnê dûrin.

Nuçegihanê me yê li devera Çomanê jî ragihand ku bi heman şêweyî balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, çiyayê Helgurd ê li sînorê bajarokê Çomanê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê bombebarankirin.

Lê heta niha derbarê zerer û ziyanên bombebaranê de ti agahî nehatine belavkirin.

Hêjayî gotinêye ku her ku diçe êrişên dewleta Tirk a dagirker ya li ser Başûrê Kurdistanê zêdetir dibe. Her wiha welatiyan şehîd dixe. Lê heta niha hikûmeta navendî û hikûmeta demborî ya Herêmê ti helwestek li dijî van êrişan nîşan nedaye. Li gel van bombebaran û topbaranan jî, dewleta Tirk a dagirker çekên qedexekirî yên kîmyawî li çiyayên azad bikartîne ku ev yek bi dîmen û wêneyan hatiye belgekirin û belavkirin.

(fk)