Gerîlayan li Qendîlê SÎHA’ya dewleta Tirk xist

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand îro (27’ê Gulanê) li asîmanê Qendîlê balafira bê mirov û bi çek a bi navê Aksûngûr ya dewleta Tirk hate xistin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de hate gotin, “27’ê Gulana 2024’an saet di 03:45’an de li asîmanê Qendîlê balafireke bê mirov a bombebarkirî (SÎHA) ya bi tîpa Aksûngûr a dewleta Tirk ji aliyê hêzên me ve hate xistin.”