Dewreyek perwerdê ji bo mêşvanan hat vekirin

SILÊMANÎ

Li Silêmaniyê dewreyek perwerdê ji bo kesên mêşên hingiv xwedî dikin hat vekirin. Beşdarvanên perwerdê diyar dikin ku dewreyên bi vî rengî giringin û dibin sedem ew hîn zêdetir li ser pîşeyê mêşvaniyê şareza bibin.

Îro li Silêmaniyê ji aliyê Komeleya Hingivanên Iraqê û Rêxistina Faw ve dewreyek perwerdê ya sê rojî ji bo kesên dixwazin di aliyê mêşvaniyê de bibin pispor hat vekirin.

Berpirsê Ofîsa Silêmanî ya Hingivanan, Rojgar Ebdullah di derbarê armanca vekirina dewreya perwerdê de ji Rojnews re axivî û got: “Gelek kes ji parêzgeha Hewlêr, Silêmanî û Dihokê tevlî dewreya perwerdê bûne. Her wiha lijneyek ji Bexdayê ji bo çavdêrîkirina çalakiyê amadeye. Her wiha komek mamosta hene ji bo nîşan bidin çawan bi awayek zanistî dikarin berhemê hingiv zêde bikin. Armanca vekirina vê dewreya perwerdê ewe ku ji niha û şûnde hingivan bi awayek zanistî mêşên xwe perwerde bikin. Armancek din ewe ku pîşeyê xwedîkirina mêşên hingiv li Iraqê berdewam bike. Ji berku ev herêm ji bo xwedîkirina mêşên hingiv gelek dewlemende.”

ڕۆژگار عەبدووڵا

Lave Mihemed ku yek ji kesên beşdarî dewreya perwerdê bûye, li ser giringiya perwerdê got: “Ev dewreyên perwerdê ji bo me giringin. Em dikarin bi rêya van dewreyan zanyariyên xwe ji hevre bêjin. Ji berku pisporên xwedîkirina mêşên hingiv hene, dikarin sud ji wan were girtin.”

Di derbarê giringiya jinan a di dewreya perwerdê de jî Lave Mihemed got: “Jin di hemû qadê de xwedî rolek giringin. Di vê dewreya perwerdê de jî tevlîbûna jinan ji ya zilaman zêdetire. Ji hemû Iraqê kesên mêşvaniyê dikin amadene. Yek ji armancên vê dewreya perwerdê ewe ku xeletiyên vî karî li tevayî Iraqê de werin kêmkirine.”

شێروان عوسمان

Yek ji beşdarvanên din ên dewreya perwerdê Şiwan Osman jî li ser giringiya vekirina dewreya perwerdê axivî û got: Di demên dawî de pîşeyê mêşvaniyê ber bi tinebûnê ve diçe û berhemê hingiv jî kêm bûye. Bi rêya vê dewreya perwerdê dikarîn tedbîran wergirîn û karê mêşvaniyê ber bi pêşve bibîn, daku bikarîn pêşî li zehemetiyên mêşvaniyê bigrîn.”

(kş)