RONÛS: Li Raperînê ji ber azadiya ramanê 20 karmend ketin ber lêpirsîna îdarî

NAVENDA NÛÇEYAN

Federasyona RONÛS’ê da zanîn ku li Raperînê ji ber azadiya ramanê derbarê 20 karmendan de doz û lêpirsîn hate vekirin.

Federasyona Rojnamevan û Nivîskarên serbixwe (RONÛS) derbarê lêpirsîn û doza ji ber azadiya ramanê li 20 kesan hatiye vekirin daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de RONÛS eşkere kir ku ceza û darizandinên li dijî nivîsandin û azadiya ramanê li Herêma Kurdistanê didome. Di vê çarçoveyê de eşkere kir ku li Îdareya Raperînê li dijî 20 karmend ji ber nivîsandin û azadiya ramanê lêpirsîn û doz hat vekirin. Herwiha li dijî rojnamevan û mamosteyekê Zanîngeha Raperînê jî ji ber ku kêmasiyên zanîngehê rexne kirine, doz hat vekirin.

Federasyonê got; “Hejmarek çalakvan û rojnamevanên Îdareya Raperînê bi civîneke çapemeniyê ragihandin ku di rojên derbasbûyî de zêdetirî 20 karmend ji ber nivîsandina şîroveyên rexneyî di torên medyaya civakî de li ser xemsariya berpirsên îdarî û kêmasiyên saziyan, ji aliyê ofîsên xwe ve bo hatin gazîkirin û ketin ber lêpirsînê.”

(wd)