Bîngol: Êriş nikare me ji daxwaza azadiyê dûr bixe

NAVENDA NÛÇEYAN

Ji Komîteya Amadekar a Çalakiya Nobeda Azadiyê Zulfu Bîngol, têkildarî êrişa faşîst ya li ser cihê Nobeta Azadiyê got, “Ev êriş nikare me ne ji Rêberê me û ne jî ji daxwaza me ya çareseriya demokratîk, aştiyane dûr bixîne” û banga xwedîderketina li çalakiyê kir.

Çalakiya Nobeta Azadiyê ya bi armanca rakirina tecrîdê û misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev 12 salin bênavber  li bajarê Strasboûrg yê Fransayê dewam dike. Faşîstên Tirk êrîşî noqteya çalakiya Nobeda Azadiyê kirin. Di dema êrişê de posterên “Ji Ocalan re Azadî” û wêneyên Abdullah Ocalan hatin qetandin.

Ji Komîteya Amadekar a Çalakiyan Zulfu Bîngol der barê êrişa ku zerara madî de pêk hat, diyar kir ku êriş di nava rojê de pêk hatiye û êrîşkaran ji wan re gotiye, “Em hatine tola Brukselê hilînin.”

Zulfu Bîngol got, “Em dibêjin ku rêya çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd di Îmraliyê de derbas dibe, Rêberê me îradeya me ye û bêyî misogerkirina azadiyê çareseriya demokratîk ne pêkane. Dewleta Tirk hewl dide şerê li dijî Kurdan li her derê kûr bike. Divê gelê Tirk baş bizanibe ku ev şer ne tenê li dijî gelê Kurd tê meşandin, gelê Tirk jî zerarê dibîne. Sedema kûrbûna krîza civakî û aborî ev şerê li dijî Kurdane. Em dixwazin şer bi dawî bibe û mafên Kurdan bên naskirin. Ev êriş nikare me ne ji Rêberê me û ne jî ji daxwaza me ya çareseriya demokratîk û aştiyane dûr bixe. Em bang li gelê xwe yê welatparêz ên li Ewropayê û dostên gelê Kurd dikin ku hîn bihêztir xwedî çalakiya me derkevin.”