ARMANC HEREKOL
Jinên Mexmûrê pêngava PAJK û KJK’ê ya xweparastinê ku bi diruşmeya ‘Bi Jin Jiyan Azadî re, Ber Bi Şoreşa Jinê ve’ hatî destpêkirin silav kirin, bang li tevahî jinan kirin da ku li dora pêngava PAJK û KJK’ê kombin û xwe biparêzin.
Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistan (PAJK) û Komelên Jinên Kurdistan (KJK) di 15’ê Nîsanê de bi daxuyaniyekê diyar kirin ku şerê cîhanê yê 3’emîn di heman demê de şereke li dijî jinan û civakan tê meşandin û li ser vê yekê pêngava xweparastinê bi diruşmeya ‘Bi Jin Jiyan Azadî re, Ber Bi Şoreşa Jinê ve’ ragihandin.
Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkildarî pêngavê ji ajansa me re axivîn û piştgiriya xwe bi pêngava xweparastinê ya PAJK û KJK’ê re ragihandin.
‘Bi sedan sale jin tên kuştin’
Endama Koordînasyona Meclisa Îştar Fadîle Pîranî di destpêka axaftinên xwe de pêngav bi dil û can silav kir û got: “Em wek jinên Mexmûrê, pêngava PAJK û KJK’ê silav dikin û tevlî vê pêngavê dibin. Em xwe di vê pêngavê de dibînin. Ji bo xweparastina jinê ye. Ev pêngav li dijî zilma ji aliyê mêr-dewlet ve tê kirin, hatiye destpêkirin. Tundûtujiya li ser jinê, li ser tevahî civakê ye. Tundûtujiya mêr-dewletê ne îro destpêkiriye. Bi sedan sale, jin ji aliyê mêr-dewletê ve tên tacîz kirin, tên lêdan û tên kuştin.”
‘Bibin yek û xwe biparêzin’
Pîranî di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku tundûtujî ne tenê ser jinan, li ser tevahî xwezayê heye û wiha pêde çû: “Dewlet xwezaya me wêran dike û jinan dikuje. Her wiha, bi her cure rêbazê êrişî jinan dike. Pênagava PAJK û KJK’ê ji bo me mîladeke û emê bi vê pêngavê xwe biparêzin û derdora xwe jî biparêzin. Em divê li dora vê pêngavê kombin û yekitiya xwe çêbikin. Bi yekitiya xwe, emê vê zilm û zoriyê têk bibin. Ji bo wê banga min ji tevahî jinan re ewe ku xwe bikin yek û xwe biparêzin.”
‘Li dijî zilmê rabe!’
Her wiha Endama Meclisa Îştar Ezîze Sêrtî jî li ser heman mijarê hestên xwe anîn ser ziman û wê jî di serî de pêngav silav kir û wiha axivî: “PAJK û KJK’ê bang kiriye û gotiye divê jin xwe biparêzin û ji bo wê jî pêngava xweparastinê bi diruşmeya ‘Bi Jin Jiyan Azadî re, Ber Bi Şoreşa Jinê ve’ daye destpêkirin. Em jî wek dayîk ji vir heta Îmraliyê silavên xwe dişînin. Jin divê xwe perwerde bike û were perwerdekirin. Ji ber ku jina perwerdekirî zana ye û nahêle tundûtujî û êriş li ser çêbibe. Dema ku jin ne perwerdekirî be, wê rastî gelek êrişan were. Jinên Kurdan ji aliyê leşker û polîsên Tirkiyeyê ve, rastî gelek êrişan hatine û heta niha jî berdewame. Piştî hilbijartinên herêmî, li Şirnexê ji aliyê leşkerê Tirk ve destdirêjî li jinekî hat kirin, ciwanên Kurdan hesaba pêwîst jê xwest. Em wek jin gelek kêfxweşbûn ku ciwanên me wisa kirin. Divê li her derê ev helwest hebe.”
‘Li dora PAJK û KJK’ê bibin yek’
Ezîze Sêrtî di nava axaftinên xwe de anî ziman ku bêdengiya li hember tundûtujiya ser jinê, korbûna ji cîhanê ye û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Dema ku em bêdeng bin, emê rastî gelek rêbazên tundûtujiya mêr-dewletê bên. Xwe bêdeng nekin û bibin yek. Jinên Bakûr divê êdî serî li zilmê rakin. Divê yekitiya xwe çêkirin û hêza xwe bikin yek. Parastin mirovan dihêle ser lingan û ji ber wê yekê PAJK û KJK’ê ev pêngava xweparastinê daye destpêkirin. Herî dawî ez bang li tevahî jinan dikim, li dijî her cûre tundûtujiya mêr-dewletê yekitiya xwe çêbikin û di bin sêwana pêngava PAJK û KJK’ê de bibin yek. Xweparastin me dide jiyankirin.”
(kş)
‘Li dijî Şerê Cîhanê yê 3. divê jin têkoşîna xweparastinê pêş bixe û hevgirtinê esas bigire’