Balafirên şer yên dewleta Tirk devera Sîdekan bombebaran kirin

NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker Çiyayê Bolê yê devera Sîdekan bombebaran kirin.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker îro Çiyayê Bolê yê devera Sîdekan ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê bombebaran kirin. Derbarê ziyanên canî û madî de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.