Dadgehê biryara berdewamkirina girtina Karakoç da

NAVENDA NÛÇEYAN

Dadgehê îro biryara berdewamkirina girtina Serdar Karakoç ê ku li ser daxwaza Almanyayê li Hollandayê hatibû binçavkirin, da. Rûniştina dadgehê ya Karakoç piştî 20 rojên dine.

Kedkarê çapemeniya azad Serdar Karakoç ê di 23’yê Gulanê de ji aliyê polîsên Hollandayê ve li mala xwe hatibû binçavkirin, îro derxistin pêşberî dadger. Dadgehê biryara berdewamkirina girtina Karakoç da û wê piştî 20 rojan biryar were dayîn.

Serdar Karakoç ê ku bi salan di Çapemeniya Azad de xebitî, di Serdar Karakoç ê ku bi salane di Çapemeniya Azad de dixebite, di salên 1990’î de nûnerê Îzmîrê yê rojnameya Ozgur Gundemê bû. Her wiha wê demê rêveberê navenda Stenbolê bû û di teqîna 3’yê Kanûna 1994’an a li dijî rojnameya Ozgur Ulkeyê li avahiya rojnameyê bû.

Karakoç 23 salin li Ewropayê li sirgûnê dijî.