Bi ser malbatên vegeriyan Şengalê alîkariya darayî hate belavkirin

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê alîkariya darayî bi ser 220 malbatên vegeriyan Şengalê belav kir.

Vegera ji bo Şengalê tevî astengiyên PDK’ê jî dewam dike, Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê bi ser xelkê vedigere Şengalê alîkariya darayî belav dike.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê, îro alîkariya darayî bi ser 220 malbatên vegeriyane Şengalê hatiye belavkirin.

Hat gotin ku her malbata vê dawiyê ji kampên Herêma Kurdistanê vegeriya Şengalê, bi qasî 4 milyon dînarê Iraqê ji bo wan hatiye dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku wê di rojên bêde jî alîkariya darayî ji bo malbatên vegeriyan Şengalê werin belavkirin. Wezaretê ragihand ku xebatên wan yên ji bo vegera penaberên di kampên wargehan de berdewam dike.

Hêjayî gotinê ye Rêveberiya Xweseriya Demokatîk ya Şengalê tevî saziyên xwe, li gorî derfetên xwe malbatên vedigerin Şengalê pêşwazî dike. Lê Hikumeta Iraqê hîn jî weke tê xwestin, alîkariyek nedaye Şengal û xelkê Êzidî.