Hejmara zêde ya barhilgiran, proseya wergirtina genim li Nînowayê zehmet kiriye

NÎNOWA-ROJNEWS

Di encama başbûn û zêdebûna berçav a berhemanîna genim îsal, bi dehan kîlometran wesayîtên barhilgir li ber sîloyên genim ên li Mûsilê rêz bûne û li benda valekirina barên xwe ne. Şofêrên barhilgiran bang li aliyên peywendîdar dikin ku demil dest çareseriyek ji bo lezkirina wergirtina genim bibînin.

Li seranserê Herêm û Iraqê cotyaran berhemê genim û ceyên komkirine. Ji ber başbûn û zêdebûna berçav a berhemê genimê îsal, bi dehan kîlometreyan wesayîtên barhilgir li ber sîloyên genim ên li Musilê rêz bûne û li benda valekirina barên xwene. Bi taybetî li herêmên Telefer, Wailiye, Mexmûr, Bazwaya û Emîn. Tê texmînkirin ku kamyon bi hezaran ton genim hildigirin û ji aliyê hêzên ewlekarî ve tên parastin da ku bi ewle bigihin siloyan. Şofêrên ku bi wesayîtên xwe di rêzê de cih digirin ji Rojnews’ê re axivîn.

Elî Ebdula: Divê ku aliyên peywendîdar plansaziyek ji bo bidawîkirina qerebalixiyê deynin. Ev yek jî dikarin bi dayîna destûrên parkkirinê biafirînin da ku pê bawer bin ti binpêkirin çênabe. Her wiha em bikarin dema valekirina barên me kengê ye.

Hazim Kazim: Ez daxwaz ku ji bo her şofêrekê kartek taybet were dayîn da ku diyar bike ka kengê dikare barê xwe deyne. Em prosedurên ku di hindurê siloyan de têne şopandin, teqdîr dikin. Di nav wan de hilgirtin, danîn û nêzîkatiyên li gel me nermin, lê pêwîstiya me bi rêziknameyên bêtir û çêtir hene.

Berpirsê Operasyonên Lîwaya 30 ya Hêzên Heşdî Şebî Deham Şebekî: Em ji bo dabînkirina ewlehiyê di proseya dirûna genim de li Deşta Nînowayê dixebitin. Îro jî em ji bo parastin û dabînkirina ewlekariya şofêr û kamyonên ku genim vediguhezînin siloyên Deşta Nînewayê hatine erkdarkirin. Tevî ku gelek kamyon ji ber berhema îsal di rêzê de sekinîne jî pêvajo bi aramî didome.

Hêjayî gotinêye ku tê texmînkirin ku kamyon bi hezaran ton genim hildigirin û ji aliyê hêzên ewlekarî ve tên parastin da ku bi ewle bigihin siloyan.

(fk)