‘Tevî ku bikaranîna wê zêde bûye, lê madeyên hişber ji bo civaka Kurd xerîbin’

SILÊMANÎ-ROJNEWS

Madeyên hişbir û bandorên wê yên deronî li cîhanê bi awayek berçav zêde dibe. Ev jî ji ber polîtîkaya pergala kapîtalîst ya ku ji bo bidestxistina sermayeyek zêde bi ser mirovahiyê de bikar tîne ye. Helbet vê pirsgirêkê bandor li Herêma Kurdistanê jî kiriye û di nava ciwanan de gelek berbelavtire. Doktorek bikarhênerên ciwan ji xeteriyên bikaranîna madeyên hişbir hişyar dike.

Civakên nûjen bi gelemperî di bin xeteriya giran ya madeyên hişbir (narkotik) de ne. Roj nîne ku di nûçeyê de behsa girtina bikarhêner û bazirganên vê madeyê neyê kirin. Tevî hewldanên hêzên ewlehiyê jî, lê ji ber kontrolnekirina sînoran û bi dehan faktorên din rê li ber belavbûnê bazirganî û bikaranîna madeyên hişbir vekiriye.

Li Başûrê Kurdistanê kesên ku herî zêde bi van madeyên hişbir ve girêdayî ne, dinalînin. Ew her tiştî dikin ji bo bidestxistina ciwanan, ku li gorî lêkolînan rêjeya bikaranîna madeyên hişber di nav ciwanan de zêde dikin û kampanyayên hişyarkirinê ne di asta berbelaviya bazirganî û bikarînerên amdeyên hişbir de ne.

Li gorî parêzer Ciwana Ebdulwahîd zêdetir ciwan madeyên hişbir bikar tînin û wiha got; “Ji ber ku laş û mejiyê ciwanan her tim ji bo wergirtina tiştên nû amade ye. Her wiha medyaya civakî û temaşekirina fîlman aliyekî xirab heye. Ew wan teşwîq dike ku ciwan madeyên hişbir bikar bînin, ku paşê bandorek neyînî li ser wan dike.”

Li gorî parêzer, jinên ciwan bikarhênerên din ên van madeyanin. Sedema vê yekê bi pirsgirêkên civakî û derûnî ve girê dide. Parêzer Ciwana di wê baweriyê de ne ku madeyên hişbir di nava civak û malbatan de bûye sedema pirsgirêkan û ji civaka Kurd re xerîbe.

Parêzer Ciwana Ebdulwahîd tedawîkirina bikarînerên madeyên hişber de got; “Qanûna Dijî Derman û Madeyên Psîkotropîk gelek çareserî destnîşan kirine. Li şûna ku kesê bikarînerê madeyên hişbir bên cezakirin, dikare li kîlinekek ya tedawîkirina bandorên wê li ser kesê bikarîner bên tedawîkirin.”

Çalakvan Meryem Hatem jî di derbarê mijarê de wiha got; “Tevî zêdebûna vê madeyê jî, lê ji civaka Kurd re xerîbe. Gelek malbat ji ber bikaranîna madeyên hişbir belav bûne. Şert û mercên aborî, bêkarî û nebûna hişyariya tenduristiyê jî sedemên sereke yên bikaranîna vê madeyê ne.”

Çalakvaneke din ya bi navê Şewbo Mistefa jî nêrînên xwe derbarê mijarê de bi van gotinan anîn ziman; “Madeyên hişbir di warê perwerde, tenduristî, civakî û aborî de zerereke mezin dide malbat û civakê. Bikaranîna madeyên hişber dibe sedema têkçûna ferdên civakê û bandorek neyînî li ser laş, mêjî û windakirina kontrola jiyana wan dike.”

 

Madeyên hişbir û bandorên wê yên fîzîkî û derûnî dibin sedema bi dehan nexweşiyên kronîk û bêderman. Ev ji bilî bi dehan karesatên din yên aborî û civakî yên bi vî rengî ye.

Pispora nexweşiyên derûnî Dr. Lane Hafiz derbarê bandorên wê yên metirsîdar tesbîtên xwe bi van gotinan rêz dike; “Kesê ku bi bikaranîna madeyên hişbir ve girêdayî nikare xwe kontrol bike. Ger ew vê madeyê zêde bikar bîne, dê bibe sedema mirina wî/wê jî. Herwiha mirovan bi her awayî ji civakê îzole dike.”

Helbet wek Dr. Lane Hafiz derman û çareseriya bikarînerên madeyên hişbir heye û wiha behsa çareseriyên wê dike; “Dema zarok yan ciwanek dibe fêrbûyiyê madeyên hişbir, divê xwe ji bo tenduristiya xwe, derûniya xwe amade bike û herî kêm peywendî bi dezgeh û navendên pêwendîdar yên di vî warî de bike, daku hêdî hêdî ev made ji laş were derxistin.”

Dr. Lane Hafiz jî di wê baweriyê de ye ku pêwîste bi rêya dibistan û medyayê hişyariya malbat, ciwan û kesan were bilindkirin.

Li gor daneyên Asayîşa Herêma Kurdistanê, par 653 bikarhênerên madeyên hişber û 254 bazirganên madeyên hişber hatine girtin. Nêzîkî 200 bazirgan û bikarhênerên madeyên hişber di du mehên destpêkê yên îsal de hatine girtin. Ev bazirganane cûrên herî metirsîdar yên weke krîstal, heşîş, afyon û eroîn tînin Başûrê Kurdistanê û beşeke mezin yê bikarînerên van madeyan ciwanin.

(wd)