Di encama du qezayên trafîkê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan

NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Trafîkê ya Duzxurmatû ragihand ku di danê sibehê de, li sînorê bajarokê Duzxurmatû du qezayên trafîkê rû dan û di encama her du qezayan de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Berpirsê Rêveberiya Trafîkê ya Duzxurmatû Zenun Kerîm ragihand ku di danê sibehê de li sînorê bajarokê Duzxurmatû du buyerên cuda yên qezaya trafîkê rû dan.

Zenun Kerîm diyar kir ku di encama her du qezayan de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha destnîşan kir ku yek ji qezayan li ser rêya Kerkûk-Bexdayê di navbera barhilgirek û wesayîtekê de rû da û encamê de şofêrê wesayîtê jiyana xwe ji dest da.

Zenun Kerîm da zanîn ku qezaya din jî li ser rêya Kifrî-Xurmatû bû ku di navbera du barhilgiran de çêbû û encamê de şofêrê her du barhilgiran jiyana xwe ji dest dan.

Di derbarê sedema qezayan de jî Zenun Kerîm ragihand ku li aliyekê ji ber leza zêde ya şofêran bû û li aliyê din jî ji ber xirabiya rêya navbera Kifrî-Xurmatû de bû ku rêyek yekalî ye û metirsiyek mezin lê heye.

(fk)