Sûdanî bi Balyozê Îranê yê Iraqê re civiya

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro bi i Balyozê Îranê yê li Iraqê Mihemed Kazım Sadık re hevdîtin kir.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî îro bi Balyozê Îranê yê li Iraqê Mihemed Kazim Sadik re hevdîtin pêk anî û li ser peywendiyên her du welatan gotûbêj kirin.

Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de mijarên xurtkirina peywendiyên dualî yên Iraq û Îranê di warên cuda de ji bo dabînkirina berjewendiyên her du welatan hatin gotûbêjkirin.

Herwiha hate gotin ku di hevdîtinê de Sûdanî tekezî li ser pabendbûna xwe ya bi cîbicîkirina projeyên geşepêdana aborî û giştalî kir ku dê temamkeriya aborî û ewlehî û aramiyê bihêz bike.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Elî Baqirî ku tê çaverêkirin roja 13’yê Hezîranê serdana Iraqê bike, tê payîn ku bi rayedarên payebilind yên Iraqê re çend hevdîtinan pêk bîne.

(wd)