Nasnameya kesê ku di şewata li Silêmaniyê de mirî eşkere bû

NAVENDA NÛÇEYAN

Hostayê 45 salî yê ku duh di agirê li taxa Aştî ya Silêmaniyê de jiyana xwe ji dest dayî, xelkê Bokanê bû.

Medya Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku ew hostayê 45 salî yê ku duh di agirê li taxa Aştî ya Silêmaniyê de jiyana xwe ji dest dayî, bi navê Hesen Ferhadinya bû û xelkê Bokan ê Rojhilatê Kurdistanê bû.

Hêjayî gotinêye ku duh li taxa Aştî ya li parêzgeha Silêmaniyê di avahiyekê de şewat derket û kesekê jiyana xwe ji dest da.

(fk)

Li Silêmaniyê di avahiyek de şewat derket: Kesek mir-Hate Nûkirin