Li Selahedîn 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgeha Îstîxbaratê ya Iraqê ragihand ku piştî lêkolînên berfireh hêzên wan li parêzgeha Selahedîn operasyonek lidarxistin û encamê de 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Dezgeha Îsîtxbaratê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku piştî lêkolînên berfireh hêzên wan li sînorê parêzgeha Selahedîn operasyonek lidarxistin û encamê de 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Her wiha hate diyarkirin ku navê çeteyên hatine girtin; Şehab Ehmed, Hamîd Ebdula Cibûrî û Ebdul Selam Mehmud Cibûrî ye ku li gorî madeya 4 ya terorê dihatin lêgerîn.

Herî dawî hate destnîşankirin ku lêkolîna destpêkê li gel çeteyan hatiye kirin û ji bo darizandinê radestî Rêveberiya Asayîşê ya Selahedîn hatine kirin.

(fk)