Balafiran derdora gundek Ranyeyê bombebaran kirin

NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker derdora gundê Paşkotel ya ser bi bajarokê Ranye ya girêdayî Îdareya Raperîn bombebaran kirin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin, beriya niha bi demek kurt balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker, derdora gundê Paşkotel ya ser bi bajarokê Ranye ya girêdayî Îdareya Raperîn bombebaran kirine.

Derbarê ziyanên êrişê de agahî nehatin standin.