Hevserokê Meclîsa Mexmûrê: Qanûnên Iraqê bi xwe daniyî, bi destê dewleta Tirk binpê dike

XURBET TALLÎ-MEXMÛR

Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Ehmed Nêrwehî diyar kir ku qanûnên ku hikûmeta Iraqê bi xwe ji bo penaberan çêkiriye, bi destê dewleta Tirk binpê dike û wiha got: “Xelkê me ji bo debara jiyana xwe diçin cihên wek Tikrît, Bexda, Samara û deverên din, di seytereyan de û bi mefirzeyan xelkê me digirin. Mixabin qanûnên ku Hikûmeta Iraqê bixwe ji bo penaberan çêkiriye, bi destê dewleta Tirk binpê dike”

Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) piştî guhertina çend kamp û cihan, di sala 1998’an de hate avakirin. Ev wargeh di encama ked û xwihdanek zêde ya xelkê wargehê de li nav çolek zuha de hate avakirin û jiyan lê hate afirandin. Xelkê wargehê ji bo debara jiyana xwe dabîn bikin jî, li deverên cuda yên derdora wargehê weke Hewlêr, Silêmanî, Mûsil û Bexdayê dest bi karên cuda kirin. Lê piştî ambargoya di sala 2019’an de PDK’ê li ser daxwaza dewleta Tirk a dagirker xistî li ser wargehê, hîn zêdetir meyla karkerên wargehê kete ser Bexda û deverên başûrê Iraqê.

Hevserokê Meclîsa Gel a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Ehmed Nêrwehî, têkildarî astengiyên ku ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve li ser karkerên wargehê tên çêkirin ji Rojnews’ê re axivî û nêzîkatiyên Iraqê yên li beramberî karkeran şermezar kir.

‘Mafê hiqûqî yê penabertiyê binpê dikin’

Ehmed Nêrwehî di destpêka axaftinên xwe da zanîn ku ew weke xelkê Wargeha Mexmûr ev 30 salin penaberin û wiha got: “Em ne ji ber afatekê yan jî xelayekê penaberbûne, em bi nasnameya penaberên siyasî koçî Iraqê bûne. Ev 30 salin polîtîkayên dewleta Tirk li ser me tê meşandin, dixwazin me dorpêçbikin û belav bikin. Dewleta Tirk bi şêwazên cûda zextê li ser Iraqê dike ku ew jî zextê li ser girseya Mexmûrê pêktîne. Ji ber vê yekê gelek caran dorpêç û ambargo çêbûn, naxwazin nasnameyên me di demê wê de bên çêkirin. Wek penaberên siyasî ev mafek yê me ye ku em bi nasnameya xwe ya penaberên siyasî ji bo karkirinê biçin hemû bajarên Iraqê. Lê mixabin desthilatdariya Iraqê bi xwesteka Tikiye û hevkarê wî PDK rêyan li me digirin. Her wiha alîkariya ku ji bo penaberên Wargeha Mexmûr tê jî, Iraq dibe asteng û mafê hiqûqî yê penabertiyê binpê dike.”

‘Bi mefirzeyan xelkê me digirin’

Her wiha Hevserokê Meclîsa Gel a Wargeha Mexmûrê di dewama axaftinên xwe de diyar kir ku mixabin qanûnên ku Hikûmeta Iraqê bixwe ji bo penaberan çêkiriye, bi destê dewleta Tirk binpê dike û wiha axivî: “Daxwazên me ji dewleta Iraqê ewe ku nekeve leyîstokên dewleta Tirk û hevkarên wê yên weke PDK. Eger dewletek bi destê dewletekî din mafê ku ji bo penaberan çêkirî binpê bike, mirov dikare bêje sûceke li beramberî penaberane. Eger me hiqûqên Iraqê binpêkiribe yan jî qanûnên ku ji bo penaberan hatine çêkirin, me pêkne anibe, dikare bêje we qanûnên min binpêkiriye. Xelkê me ji bo debara jiyana xwe diçin cihên wek Tikrît, Bexda, Samara û deverên din, lê di seytereyan de û bi mefirzeyan xelkê me digirin. Bi hêzekî leşkerî xelkê me dixin zindanan û dixwazin bi rûşwetan bitirsînin. Lê wek hikûmet nabe ku mirovekî ji bo debara xwe kar bike, teşwîqî peredayînê bike. Em weke girseya Mexmûr van nêzîkatiyan şermezar dikin.”

‘Di ferqa van leyîstokan de bin’

Ehmed Nêrwerhî di axafitnên xwe de qala serjimêriyên ku li wargehê hatine kirin jî kir û wiha anî ziman: “Hikûmeta Iraqê bi dehan car serjimêrî kiriye û gelek caran bixwe jî li nava wargehê geriyane. Lê rûxmê wê jî ev tiştên jiyanî yên ku ji bo penaberan tê dayîn, wek pêwîstiyên nexweşxane, perwerde, erzaq û weke din, mixabin ji bo penaberên Mexmûrê nayên berçavgirtin. Li aliyê din karkerên me yên ku diçin Silêmaniyê jî, ji aliyên asayîşa Silêmaniyê ve li rastî heman nêzîkatiyan tên. Em dizanin Tirkiye hebûna me naxwaze, lê em jî dixwazin li ser erdnîgariya xwe, bi maf, çand û zimanê xwe di nava netewên cîhanê de weke hebûn jiyan bikin. Lê hinek birayên me yên Kurd ku xeta Kurdîniyê dimeşînin wek YNK, xelkê me yên ku diçin kar dizivirînin. Pêkanîna vê yekê bi zanebûn yan bê zanebûn be, dikeve xizmeta dijmin de. Dewleta Tirkiye dixwaze derdora Wargeha Mexmûrê ji hemû aliyan ve dorpêçbike. Ji bo vê jî divê birayên me yên YNK di ferqa van leyîstokan de bin.”

Ehmed Nêrwehî herî dawî tekez kir ku wek Mexmûr gelek leyîstok vale derxistine, wê bi polîtîkaya rizî ya dewleta Tirkiye têk neçin, yê ku serbikeve civaka Mexmûre û yê ku binbikeve jî dewleta Tirkiye û hevkarên wî ne.

(fk)