Mamostaya zimanê Kurdî Sewsen Hesen, bi berdêla darayî hate berdan

NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakvan û mamostaya zimanê Kurdî Sewsen Hesen Zade ku beriya 3 heftiyan ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû girtin, di berdêla pere û bi şêweyekî demkî hate berdan.

Li gorî Kolbernews ragihnadî çalakvan û mamostaya zimanê Kurdî Sewsen Hesen Zade ku di 15’ê Gulanê de ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin, roja çarşema borî bi danîna berdêla pere, bi şêweyekî demkî û heta doza wê li Girtîgeha Navendîy a Urmiyeyê hate berdan.

Kolbernews’ê her wiha da zanîn ku heta dayîna vê nuçeyê jî, sedema binçavkirin û tometbarkirina Sewsen Hesen Zade nehatiye zanîn.

Mamostaya zimanê Kurdî Sewsen Hesen Zade roja 15’ê Gulanê ji aliyê hêzên Îranê ve li cadeyek ya bajarê Bokan a Rojhilatê Kurdistanê bi lêxistinê hat binçavkirin. Sewsen Hesen Zade 17 salin li nava bajêr û gundên derdorê waneya zimanê Kurdî dide. Gelek caran ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye bangkirin û lêpirsîn li gel de hatiye kirin.

(fk)

Sê heftene agahî ji mamostaya zimanê Kurdî Sewsen Hesen nayê girtin