Rêxistinên jîngehê li dijî têkdana jîngeha Silêmaniyê nerazîbûn nîşandan

SILÊMANÎ

Rêxistinên civaka sivîl û jîngehê yên Silêmaniyê ragihandin ku parastin û pak ragirtina jîngeh û xwezaya Kurdistanê erkê hemû aliyeke. Her wiha dan zanîn ku desthilata herêmê bêy ku mercên selametiya jîngehê li ber çav bigre, bi eşkere rê bi kompanyan daye ku projeyan avabikin.

Îro li Silêmaniyê rêxistinên civaka sivîl û jîngehê di derbarê têkdana jîngeha Kurdistanê bi taybetî jî ya Silêmaniyê de bi daxuyaniyek çapemeniyê nerazîbûn nîşandan.

Daxuyaniya rêxistinan ji aliyê Çîmen Omer ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku parastina xweza û jîngeha Kurdistanê erkê hemû aliyeke û got: “Em wek rêxistinên sivîl, pîşeyî, demokrat û jîngeh dost pêwîst dibînin ku helwesta xwe ragihînin û hişyarî bidin kes, alî û kompanyan ku tenê ji bo berjewendiyên xwe yên taybet jîngeha bajarê me xira dikin.”

Di dewamê de hat gotin ku xwezayek ciwan a Kurdistanê heye, divê di berjewendiya giştî de were bikaranîn.

Di beşek din a daxuyaniyê de hat gotin: “Tişta cihê fikar û rexneyan ewe ku desthilat bi eşkere derî li pêş kompanyan vekiriye û mercên selatmetiya jîngehê li berçav negirtiye. Ji bo mînak, devera pîşesazî ya Tanceru, birîn û tinekirina çinar û şînkatiya çiyayê Guwêje. Ev cûrên kar û projeyan bêy hebûna mercên selametiyê ziyanê bi jîngeha Kurdistanê digihînin.”

(kş)