Balafirên şer yên dewleta Tirk Çiyayê Metîna bombebaran kirin

NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker careke din Çiyayê Metîna bombebaran kirin û têkildarî ziyanên bombebaranê agahiyên zelal bidest neketin.

Îro êvarê balafirên şer yên dewleta Tirk a qirker û dagirker Çiyayê Metîna yê ser bi navçeya Amêdiyê ya girêdayî parêzgeha Duhokê bombebaran kir lê di derbarê zerer û ziyanên bombebaranan de agahî nehatin standin.