Rêveberiya Xweser şehîdên Meclisa Sinûnê bibîr anî: Me gav paşve ne avêt!

SINÛNÊ-ŞENGAL

Desteya Rêveber a Şengalê û Meclisa Xweser a Şengalê di salvegera teqandina Meclisa Gel a Sinûnê li meclisê daxuyaniyeke hevpar dan. Rêveberiya Xweser êriş weke êrişeke xayînan û dijminê kokê bi nav kir û ev peyam hate dayîn: ‘Xwestin îradeya piştî fermanê ava bûye, têk bibin. Lê ev îradeya ava bûye, ji hemû êrişên wan bihêztire.’

15’ê Hezîrana 2022’an Meclîsa Gel a Sinûnê ya ser bi Rêveberiya Xweser a Şengalê ji aliyê sîxûrên PDK-MİT’ ve ku civaka Êzidî ji wan re dibêjin, ‘Dijminê kokê’ ve hate teqandin. Di encama êrîşê de zarokê bi navê Selah Şivan Xidir û Îbrahîm Derwêş şehîd bûn. Rêveberiya Xweser a Şengalê îro li Meclîsa Gel a Sinûnê û li cihê êriş pêkhatiye şehîdên meclîsê bibîranî û biryardariya têkoşîna xweseriya demokratîk vegot.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Îlyas û Endama Meclîsa Xweser a Şengalê Neam Xelef ve hate dayîn.

Destpêkê Xwedêda Îlyas şehîdên meclîsê bibîranî û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Meclîsa Gel a Sinûnê bi destê xayînan hate teqandin.  Em hemû kesên di vê meclîsê de şehîdbûn ku şehîdên demokrasî û azadiyê ne bibîrtînin. Hevalê me Îbrahîm Derwêş û Selah Xidir bi destê xayînan şehîd bûn. Êrîşên li ser civaka Êzidî, Kurd û Kurdistanê yên dijminên kokê dewam dikin. 2014’an civaka me ya Êzidî ji cih û warê xwebû, dijmin nexwest vegerin ser cih û warê xwe. Dema gel vegeriya, îrade û hêza xwe ava kir, vê carê dijmin ji bo têkbirina vê îradeyê kete nava êrişan. Dijmin naxwaze civaka me îradeya xwe ava bike. Naxwazin hêza parastinê ya gelê me çêbibe.”

Xwedêda Îlyas diyar kir, bila civaka Êzidî piştrastbe êdî îradeyek li Şengalê ava bûye û got: “Em ji gelê xwe re dibêjin, bila piştrast bin, îradeyek li Şengalê ava bûye. Ev jî îradeyeke mirovî, civakî, exlaqî û parastinê ye.  Bila gelê me bizane emê ticarî gav bi paş ve ne avêjin. Dijmin bê navber êriş bike jî, êdî ev dem naşibe dema pêşiya fermanê. Emê li beramber êrîşên dijmin û xayînan gav bi paş ve ne avêjin. Emê soza ku me daye şehîdên xwe bicîh bînin. Îradeya hatiye avakirin  ji tank, top û êrişên wan bihêztir e. Îradeya civaka Êzidî ji xayînan xurttir e. 74 fermanan em teslîm nebûne, emê xwe teslîm jî nekin.”

‘Emê gav bi paş ve ne avêjin’

Endama Meclîsa Xweser a Demokratîk ya Şengalê Neam Xelef jî dazanîn, Meclîsa Gel a Sinûnê 15’ê Hezîrana 2022’an bi destê sîxûrên dewleta Tirk hate teqandin û wiha got: “Em Îbrahîm Derwêş û zarokê bi navê Saleh bibîrtînin û êrîşê şermezar dikin. Dema me hêza li çiyayê Şengalê çêkir, me dizanî wê êrîş pêk werin. Lê me gav bi paş ve ne avêt. Me cara yekêbû di fermanê de hêza xwe ava dikir. Piştre zarokên me bi destê dewleta Tirk hatin şehîd xistin. Divê were zanîn emê gav bi paş ve ne avêjin.”

Daxuyanî paşê bi dirûşmên wekî ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bimre Xiyanet’ bi dawî bû.

(me/wd)