Ethem Barzanî: Emê pêkhateyek nû ya siyasî ragihînin

NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê berê yê Serkirdayetiya PDK’ê Ethem Barzanî eşkere kir ku ewê ji bo vê hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê pêkhateyeke siyasî ragihînin.

Siyasetmedarê Kurd û Endamê berê yê Serkirdayetiya PDK’ê Ethem Barzanî bi rêya hesaba xwe ya Facebookê eşkere kir ku ewê ji bo vê hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê pêkhateyeke siyasî ragihînin. Herwiha diyar kir ku eger di aliyê yasayî de pêre bigihijin ewê tevlî vê hilbijartinê bibin.

Ethem Barzanî got; “Rewşa Herêma Kurdistanê cemidandiye. Ev jî ji ber redkirina hin aliyên siyasî ji bo beşdarbûna proseyeke demokratîk ku hilbijartin bû, ji bo Herêma Kurdistanê bûye metirsî û bandoreke zêde li ser Iraq û derve jî dike.”

Têkildarî nehevsengiya siyasî li Herêma Kurdistanê û paşxistina hilbijartinê jî Ethem Barzanî wiha got; “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê çend biryarên jhi bo lidarxistin hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê derxistin. Biryara dawî  ji bo meha Hezîrana îsal bû. Lê mixabin hilbijartin nehatin kirin, ji ber ku hin partiyan hincetên vê rewşê hebûn. Ji bo hilbijartinan hêj dîrokek nû nehatiye diyarkirin.”

Siyasetmedarê Kurd Ethem Barzanî diyar kir ku li gor îradeya gel, eger ew bigihin tedbîrên yasayî temam bikin, dibe ku di çend rojên bê de ew amadehiya xwe ji bo beşdarbûna di proseya demokrasiyê de weke pêkhateyeke siyasî ya nû nîşan bidin.

Ethem Barzanî hêvî dike ku ev hilbijartin ji hilbijartinên 32 salên borî cudatir be. Ji ber ku Herêma Kurdistanê di rewşeke dijwar re derbas dibe, alozî û pirsgirêk bi vî rengî ne ku tenê hilbijartin û girseya gel dikarin vê sîstema desthilatdariyê biguherînin.

Herwiha di wê baweriyê de ye ku sedema bêhêvîbûna xelkê Herêma Kurdistanê ji proseya hilbijartinan, bi sedema 32 salên desthilatdariya desthilatdarên Herêma Kurdistane ye, ku ji aliyê her kesê ve hate dîtin ku çawa hatiye birêvebirin, rewşa nebaş ya jiyana xelkê.

Di dawiyê de Ethem Barzanî bang li hemû welatiyan kir ku beşdarî hilbijartinan bibin. Ji ber ku ew di wê baweriyê de ye ku ev hilbijartin dê guhertinên nû li Herêma Kurdistanê çêbike.

(wd)