Bi tometa şewitandina 60 hezar daran, kesek hate binçavkirin

NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngehê ya Silêmaniyê ragihand ku ji ber şewitandina 500 donim puş li navçeya Erbet û ziyan gihandina nêzîkî 60 hezar daran, welatiyek hate binçavkirin.

Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngehê ya Silêmaniyê bi daxuyaniyekê ragihand ku piştî agahiya şewata li navçeya Erbet, tîmên wan demil dest gihiştine cihê buyerê.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di encama şewata ku li sînorê gundên Wêleke û Derbendifeqerey yên li sînorê navçeya Erbet 500 donim puş şewitîne ku her donimekê 120 dar tê de hebû û ev jî dike 60 hezar dar.

Her wiha hate destnîşankirin ku di encama hevkariya tîmên hewayî yên parêzgeha Silêmaniyê û navenda parastina şaristaniyê ya Erbet, Azadî, Tancero û welatiyên li sînor karîne agir di nava 4 saetan de kontrol bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di encama lêkolîn û lêgerîna buyerê de welatiyek bi tometa agir berdana sînor hatiye binçavkirin û ji bo lêpirsînê ji bo Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngehê ya Erbetê hatiye şandin.

(fk)