Rêveberiya Xweser A Şengalê: Divê Iraq komkujiya Êzidiyan weke jenosîd nas bike

ŞENGAL-ROJNEWS

Rêverbiya Xweser a Şengalê tevî saziyên xwe li ser rewşa ku niha Şengal û Iraq tê de derbas dibe daxuyaniyek da û got “Divê Iraq komkujiya Êzidiyan weke jenosîd nas bike. Destûra Iraqê ya bingehîn hemû rêyan dide ku gele cuda yên Iraqê xwe bi rêve bibin û parastina xwe bikin, lê heya neha ji boyî tu gelî rê nehate dayîn.”

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser ya Şengalê ku  ji aliyê Endamê Meclisê Xwedêda Berekat ve hate xwendin, wiha ye;

“Ji çapemenî û raya giştî re!

Wekî ku di destûra Iraqê de jî hatiye nivîsandin dewleta Iraqê ji pir bawerî, ol, mezheb, gel û netewanpêk tê. Em xelkê Êzîdî jî bi hezaran salin Ii vî welatî bi ol û bawerî û çanda xwe ve dijîn. Hebûna çand û baweriya Êzîdiyan ji bo Iraqê dewlemendiya herî mezine. Di bingeha baweriya me de bi ol û gelên cîran re di nava aramî û aştiyê de jiyankirin esase. Em dizanin ku aramî û aştiya Iraqê di heman demê de aramî û aştiya Şengalê ye ji. Dîsa aramî û aştiya Şengalê aramî û aştiya Iraqê bi giştî ye.

Xweseriya Şengalê çareseriya hemû pirsgirêkane

Vê dema dawiyê li ser Êzidiyan niqaşek heye. Gelek derdor li gora xwe me pênase dikin. Em dizanîn ku ev nîqaş ji hedefên siyasî nequtin. Mijara Êzidiyan wek qewmî naskirin ji bi vî awayi ye. Rojeva me ya bingehîn ku destûra Iraqê jî maf daye me, xwe rêvebirin û xwe parastine. Li Şengala pîroz bi gelên heyî re bi hevpar rêveberiyeka xweser hatiye avakirin. Ev rêveberiya me bi sazî û dezgehên dewletê re di nava tensîqekê de ne. Rayedarên dewletê jî di nav de gelek berpirsên gel û baweriyan di hevdîtinên me de Rêveberiya Xweser ji bo Şengalê jiyanî û ji bo demokrasiya Iraqê giştî jî wekî firsendekê dibînin.

Naskirina Jenosîdê ji her tiştî girîngtire

Derdorên ku dibêjin emê Êzidiyan wekî qewm nas bikin, hene. Rê ya naskirina vê heqîqetê di naskirina vîna Êzidiyan, naskirina Rêveberiya Xweser ya Şengalê û naskirina mafên xwe parastina Êzîdiyan re derbas dibe. Gava yekem jî qebûlkirina jenosîda li ser Êzidiyane. Heta ku ev gav neyên avêtin pêyvên derbarê Êzidiyan de bêne gotin jî dê ne rasteqîn bin. Dê wekî peyvên siyasetmedarên xapînok bêne dîtin.

Bila Iraqê biryarên girtina xelkê bêsûç betal bike

Di van demên dawî de li Şengalê di derbarê hinek kesên Êzidî û Ereb de biryarên girtinan derketine. Hinek kes ji hatine girtin. Dîsa leyistokên cuda cuda hene ku dixwazin gelên li Şengalê berdin hevdû. Bi vê minasebetê em bang li rayadarên ku ev biryare girtine dikin ku ev biryar xizmeta yekitiya û demokrasiya Iraqê nake. Dijberî vê rewşê zererek mezin dide. Lewra Şengaliyên bêsûç hatine girtin divê bêne berdan. Dîsa biryarên girtinên heyî jî bêne betalkirin.

Di encam de di nav baxçeyê Iraqê de Şengal quncikekî dewlemend û rengîne. Divê ev dewlemendi

û rengînî were dîtin û were naskirin. Wek Rêveberiya Xweser ya Şengalê bang dikin ku qewmiya me ya  civaka Êzidî û vîna Êzidiyan li ser esasê xwe rêvebirinê di destûrê Îraqê de bê qebûlkirin.”

Li ser navê Desetya Eşayîr ya Şengalî jî Dexîl Mirad axivî û piştgirî da daxuyaniya Rêveberiya Xweser û got “Em heya dawiyê li pey doza xwe ne, bila Iraqê di vê dema dawî de û bi hatina dehemîn salvegera fermanê re Jenosîda Êzidiyan ya sala 2014’an nas bike, ne ku rojevên cuda cuda ji gel re peyda bike.”

Daxuyanî bi dirûşemeyên ‘Bijî Berxwedana Şengalê’ bidawî bû.

(kom/wd)