Li bajarokê Bukemal ya di navbera Iraq û Suriyeyê de teqîn

NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku duh bi şev li bajarokê Bukemal ya dikeve rojhilatê Dêrazorê teqînek mezin pêkhatiye.

Duh bi şev li bajarokê Bukemal ya li Dêrazorê teqînek mezin çêbû. Rêveberê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Ebdul Rehman derbarê bûyerê de ji medya Erebî re axivî.

Ramî da zanîn ku duh bi şev li depoyek sutemenî ya li bajarokê Bukemal ya li Suriyeyê teqiyaye. Li gorî Ramî ew depo ji aliyê koma Meqawemeî Îslamî ya Iraqê ve dihate rêvebirin û ew depo bi temamî hatiye îmhakirin.

Ramî Ebul Reman ragihand ku çekdarek koma Meqawemeî Îslamî ya Iraqê miriye û got; “Heya niha jî nayê zanîn êriş ji aliyê kê ve çêbûye. Lê tê gotin beriya teqînê balafirên bê mirov li ser herêmê hatine dîtin.”