NAVENDA NÛÇEYAN
Heyva Sor a Iraqê ragihand ku li ser rêya vegerê ya ji bo parêzgeha Silêmaniyê wesayîtek ku heciyên Kurd tê de bûn wergeriya û encamê de 5 kes bi giranî birîndar bûn.
Heyva Sor a Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku li ser rêya vegerê ya ji bo parêzgeha Silêmaniyê wesayîtek ku heciyên Kurd tê de bûn wergeriya.
Hate diyarkirin ku di encama qezayê de 5 kes bi giranî birîndar bûn ku heciyên di wesayîtê de bi rêya vîzeya salane çûbûn Siûdiyê.
Herî dawî hate destnîşankirin ku piştî gihiştina cihê buyerê, hemû heciyên di wesayîtê de ji bo nexweşxaneyê hatin şandin.
(fk)