Li gundên Pênciwênê ji ber sedemek nediyar agir bi erazî ket

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rêveberiya Polîsan ya Daristan û Jîngehê ya Silêmaniyê ji ber sedemek nediyar li Pênciwênê agirek mezin bi eraziyê ketiye. Tê gotin nêzî 200 donum puş û darên xwezayî şewitiye.

Rêveberiya Polîsan ya Daristan û Jîngehê ya Silêmaniyê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber sedemek nediyar, li gundên Kanî Şaban û Ehmed Kilwan yên girêdayî navçeya Pênciwên ya ser bi Silêmanê, şewatek mezin çêbûye.

Li gorî heman daxuyaniyê nêzî 200 donum puş û darên xwezayî şewitîne. Hate gotin ku ji her hebûna mayîn û teqemenîyan, vemirandina agir zehmet bû, lê piştî demekê agir hatiye kontrol kirin.