Êzidî ji bo azadiya Rêber Ocalan meşiyan: Ew Rêberê bindestane

ŞENGAL

Li navçeya Sinûnê ya Şengalê bi daxwaza azadiya Rêber Ocalan û rakirina tecrîdê meşeke girseyî bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê pêkhat. Di meşê de ev peyam hatin dayîn: “Em weke civaka Êzidî û jinên Êzidî deyndarên Rêber Apo ne. Em ji bo azadiya wî çi bikin jî, ne poşmanin. Ev fikrê wî yê azad wê ticarî neyê hepskirin û wê her belav bibe.”

Îro di saetên êvarê de li navçeya Sinûnê ya Şengalê bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke girseyî hate lidarxistin. Meş bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê pêkhat. Ciwan û jin girseyî tevlî meşê bûn û bi dirûşmên, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê serok jiyan nabe’, ‘Bijî Berxwedana gerîla û Şengalê’ peyama xwe dan. Her wiha bi sedan wêne û posterên Rêber Ocalan hatin rakirin.

Girseya gel a li ber meclîsa gel a Sinûnê destpêkir, heya çerxerêya şehîd Mam Zekî meşiya. Heyder Gorgorkî yê beşdarê meşê bû, li cihê çalakiyê ji ajansa me re axivî û got: “Ji bo Rêberê me Ocalan ji zindana Îmraliyê derbikeve, em dimeşin. Daxwaza me azadiya wî ye. Eger Rêberê me azad bibe, wê gelê me yê bi fikrê wî dijî jî biserbikeve. Fikrê wî û yê Êzdayetiyê nêzî hev in. Me xwe bi fikrê Rêber Apo ji fermana herî mezin rizgar kir û niha jî bi vî fikrî xwe rêve dibin.”

Piştî girseya gel gihîşt çerxerêya Mam Zekî deqîqeyek rêz li hemû şehîdên fermanê, Şengalê û têkoşîna azadiya Kurdistanê re hate girtin. Piştî rêzgirtinê Endamê Meclîsa Xweser a Şengalê Hemed Bişar destpêkê axivî û xêrhatina hemû kesên tevlî meşÊ bûne kir û got: “Zêdeyî 25 sale komployek li dijî Rêber Apo heye. Çima? Ji ber daxwaza mafê bindestan dike. Ya ji me tê xwestin, em parastina vî fikrî bikin. Em hemû hêzên di komployê de cih digirin şermezar dikin. Vî fikrî çiqas heps bikin jî, wê nekarin. Ev fikir hemû mirovên bindest azad dike. Divê em fikrê Rêber Apo li Şengalê û li nava xelkê nû vedigerin ser cih û warê xwe belav bikin. Em ji bo vî fikrî çi bikin jî, ne poşman in. Ev 10 sale dikarin li ser vî fikrî bi azadî bijîn.”

Piştî Hemed Bişar Hevseroka Meclîsa Gel a Şengalê Emşê Gorgorkî axaftinek kir û got: “Em weke civaka Êzidî deyndarê Rêber Apo ne, ji ber 10 sale em bi vî fikrî xwe rêve dibin. Em weke tevgera jinên Êzidî jî deyndarên Rêber Apo ne. Divê em li dijî tecrîdê rabin û xwedî li serokê xwe derbikevin.”

Çalakî bi dirûşmên, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî berxwedana Îmraliyê’ bi dawî hat.

(me/kş)