Li Soran di dema kar de karkerek jiyana xwe ji dest da

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor zanyariyan, li gundê Melekan a ser bi bajaroka Xelîfan ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê di dema karkirinê de kepçeyek li karkerek xist û bi giranî birîndar bû. Piştî karker rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahiyên ku ji rêveberiya polîsên hatûçona Soran hatine girtin, îro li gundê Melekan a ser bi bajaroka Xelîfan ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê, di dema karkirinê de kepçeyek li karkerek xist.

Li gor heman agahiyan, ew karker bi giranî birîndar bû û piştî rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Hat gotin karkerê jiyana xwe ji dest dayî bi navê Reqîb Hisên Bile ye.

(kş)