Konvoyek ya artêşa Tirk a dagirker ber bi Amêdiyê ve diçe

NAVENDA NÛÇEYAN

Di van kêliyan de konvoyek leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker, bi wesayîtên zirxî û çekên giran, ber bi sînorê bajarokê Amêdiyê ya ser bi Dihokê ve diçe.

Li Başûrê Kurdistanê êriş, dagirkerî û sewqiyata leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker, ev çend şevin dewam dike.

Çavkaniyên herêmî ji ajansa me Rojnews’ê ragihandin ku di van kêliyan de jî konvoyek leşkerî ya Artêşa Tirk a dagirker, bi wesayîtên zirxî û çekên giran, ber bi sînorê bajarokê Amêdiyê ya ser bi Dihokê ve diçe.

Çavkaniyan dîmenên konvoya artêşa Tirk a dagirker ya bi wesayîtên zirxî û çekên giran, ji ajansa me re şandin û dan zanîn kû konboyek ji 40 wesayîtên zirxî pêktên û çekên giran jî gel konvoyê hebûn.

Li gor çavkaniyê me ragihandî konboya leşkerên Tirk ber bi sînorê bajarokê Amêdiyê ya ser bi Dihokê ve diçe.

Hêjayî gotinê ye ku ev sê şevin konvoya leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker ya bi wesayîtên zirxî û çekên giran ji Tirkiyeyê derbasî Başûrê Kurdistanê dibin.