Li Moskowê di şewata li navenda lêkolînan de 7 kes mirin

NAVENDA NÛÇEYAN

Agir bi navendeke lêkolînên elektronîk li nêzî paytexta Rûsyayê Moskowê ket û di encamê de 7 kes mirin.

Dezgehên ragihandinê yên Rûsyayê da zanîn ku di şewata navendeke lêkolînan li nêzî Moskowê de 7 mirin. Her wiha hat diyarkirin ku herî kêm 9 kes di qatên jorîn ên navendê de asê mane û nikarin birevin.

Wezareta Awarte ya Rûsyayê da zanîn ku wan herî kêm kesek rizgar kiriye û hewldanên rizgarkirina kesên asê mane dewam dikin.