NAVENDA NÛÇEYAN
Li Iraqê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê kampanya haştagê ya ‘Tirkiye Dihokê dagir dike’ hat destpêkirin. Gelek kesayet û çalakvanên naskirî yên Iraqê tevli kampanyê bûne.
Her çiqas li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistan û Iraqê, hikûmeta demborî ya Herêmê û Iraqê bêdengin, lê nerazîbûnên di nava gel û çalakvanan de ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk her ku diçe berfireh dibe.
Di vê çarçoveyê de li Iraqê li ser medya dijîtal bi taybetî jî li ser X’ê kampanya haştagê ya ‘Tirkiye Dihokê dagir dike’ hatiye destpêkirin. Di demek kin de gelek çalakvan, kesayetên naskirî û welatiyên Iraqê tevlî kampanyê bûn û nerazîbûna xwe ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk anîne ziman.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta Tirk a dagirker di roj ên dawî de bi sedan tank û wesayîtên zirxî, li gel bi hezaran leşkerên xwe derbasî sinorê parêzgeha Dihokê kir. Êrişên li ser deverê zêdekiriye, ji ber êrişan gelek gund vala bûne û leşkerên Tirk li gelek gundan bendên kontrolê danîne û gef li welatiyan dixwin.
Rêxistina CPT jî di daxuyaniyek de ragihandibû ku dewleta Tirk dixwaze ji sedî 70 ta 75’ê xaka parêzgeha Dihokê dagir bike.
(kş)