NAVENDA NÛÇEYAN
Hikûmeta Iraqê 184 milyar dînar xist ser hesabê Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Ev jî di demek de ye ku roja 30’yê Hezîranê Wezareta Darayî ya Iraqê biryar dabû muçeyê meha Hezîranê ya karmendên Herêma Kurdistanê bişîne.
Li gor zanyariyan, hikûmeta Iraqê 184 milyar dînar xist ser hesabê Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Roja 30’yê Hezîranê Wezareta Darayî ya Iraqê biryar dabû muçeyê meha Hezîranê ya karmendên Herêma Kurdistanê bişîne.
Lê heta niha Wezareta Darayî ya Iraqê biryar li ser şandina muçeyê meha Hezîranê ya Wezareta Pêşmerge û saziyên din ên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê nedaye.
Hêjayî bibîrxistinê ye heta niha jî beşek zêde ya hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê muçeyê meha Gulanê wernegirtine û hîna jî demek ji bo dabeşkirina muçe nehatiye diyarkirin.
(kş)