ROJEVA 14.07.2024

NAVENDA NÛÇEYAN

-Rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin û girtin.

-Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê tên bîranîn.

-Êrişên dewleta Tirk ên bihevkariya PDK’ê ji bo dagirkirina xaka Kurdistanê dewam dikin.

-Gerîlayên Azadiyê rûmeta dijî dagirkeran, rûmeta Gelê Kurd di parêzin.

-Xebatên ji bo hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê dewam dikin.

-Nakokiyên li ser hilbijartina waliyek ji bo Kerkûkê didomin.

-Xebatên ji bo azadiya Rêber Ocalan dewam dikin.

-Mirad Mîrza Îbrahîm jî weke her zarokek Êzidî di nava zor û zehmetiyan de mezin dibe. Ji civakeke tim rûbirûyê fermanên Osmaniyan, zilma Sedam, DAIŞ û xiyaneta PDK’ê hatiye. Ji dîrokê heya niha Osmanî ferman li pey fermanan li ser civaka Êzidî de aniye. Di dema rejîma Bees ya Sedam de ji çiyayên Şengalê bi zorê tên daxistin û di komelgehan de tên bicîhkirin. Malbata Mirad Mîrza ji Komelgeha Girzerik ya ser bi navenda Şengalê ye. Ne tenê ji Êzidiyan, ji Ereban jî pêkdihat.

-Berî niha bi 42 salî li Zîndana Amedê li dijî koletî, teslîmbûn, xiyanet, koletî; berxwedan dilsozî û azadî bi pêşengtiya lehengê mezin Mezlûm Dogan agirê Newrozê hate dandan. Li dijî siyaseta teslîmgerî û xiyanetê berxwedana zindanê bi serket û berxwedan 14’ê Tîrmeha 1982’an giha asta herî bilind.

-Jinên Ranyayê têkildarî giringiya xwendin û zanistê ya ji bo jinan gotin: “Xwendin sedemek serekeye daku çînek şiyar a civakê hebe. Çawan pêwîstiya mirovan bi xwarinê heye, pêwîstiya mejî jî bi xwendin û wergirtina zanyariyan heye. Jin bi rêya xwendin û zanistê dikarin zehmetiyên jiyanê derbaskin.”

-Li Şarezûr dema çinîna zebeşane, cotyar dibêjin îsal zebeş baş çêbûne û ew hinardeyî bazara Iraq û Herêma Kurdistanê dikin.

-Berdevkê Hizba Komînîst a Kurdistanê Subhî Mehdî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Herêmê banga yekitiyê li hêzên siyasî kir ku pêwîstî bi kongreya neteweyî heye û wiha got: “Herêm û Iraqê erkên xwe yên parastina welat pêkneanîne ku erkê wan bû êrişên li ser Herêmê rawestînin.”

-Darbeya leşkerî ya 14’ê Tîrmehê ya ku di sala 1958’an de li Iraqê bi pêşengiya Ebdulkerîm Qasim pêkhat û weke “Şoreşa 14’ê Tîrmehê” tê binavkirin, dawî li sîstema padîşahtiyê anî û komara Iraqê hate avakirin. Lê ev komar ti carî nebû dergûşeke aram ji bo gelên Iraqê û niha jî yek ji welatê herî bi qeyrane.