NAVENDA NÛÇEYAN
Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngehê ya Silêmaniyê ragihand, ji ber sedemek nediyar şewatek berfireh li bajaroka Pîremegrûn û Axceler derketiye û di encamê de 550 donim puş 175 dar şewitîne.
Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngehê ya Silêmaniyê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal ragihand, ji ber sedemek nediyar şewatek berfireh li gundê Peskendî ya ser bi bajaroka Pîremegrûn a girêdayî Silêmaniyê derketiye. Hat gotin di encama şewatê de 50 donim puş û dar şewitîne.
Di heman daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber sedemek nediyar li gundên Kanî Bugene û Dalawe yên ser bi bajaroka Axcelerê jî şewatek berfireh derket.
Hat eşkerekirin ku di encama şewatê de 500 donim puş û 175 darên xwezayî şewitîne.
Hat gotin ku tîmên agirkujiyê bi hevkariya xelkê deverê karîne her du şewatan vemirînin.
(kş)