NAVENDA NÛÇEYAN
-Li Hola Xak ya li bajarê Silêmaniyê, Rêxistina Peymandarên Yasa ji bo Pêşketinê wê semînerekê li ser ‘Destûr û Rêzkirina Hevsengiyê’ ji bo Dr. Muhsîn Edîb lidarbixe. (14:00)
-Biryare îro runiştina doza Mamosta û Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Denîz Cevdet Bulbun bi amadebûna parêzer, dayîk û bav û kesûkarên şehîd Denîz, her wiha Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamus were pêkanîn. KNK’ê bang li hemû dezgehên çapemeniyê kir ku di saet 11:00’an de werin Dadgeha Hewlêrê.
-Navenda Huawei ya Zanîngeha Polîteknîkî ya Silêmaniyê ji bo peydakirina derfetên kar ji bo derçûyên sala xwendinê ‘2023-2024’an li avahiya Serokatiya Zanîngeha Polîteknîk a Silêmaniyê li hola Pîramird dê komxebatekê li dar bixe. (10:00)
-Xebatên ji bo azadiya Rêber Ocalan dewam dikin.
-Rojnamevan Silêman Ehmed 265 rojin ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin û girtin.
-Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê tên bîranîn.
-Êrişên dewleta Tirk ên bihevkariya PDK’ê ji bo dagirkirina xaka Kurdistanê dewam dikin.
-Gerîlayên Azadiyê rûmeta dijî dagirkeran, rûmeta Gelê Kurd di parêzin.
-Xebatên ji bo hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê dewam dikin.
-Nakokiyên li ser hilbijartina waliyek ji bo Kerkûkê didomin.
-Çalakî û nerazîbûnên welatiyên li sînorê bajarokê Çemçemal û Koyeyê ya li dijî xirabiya elektrîkê û kêmbûna saetên wê, berdewame.
-Welatiyên Helebceyê li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê banga helwestek hevgirtî û cidî li partiyên Kurd kirin û gotin: “Hatina artêşa Tirk a dagirker ji bo Başûr ji bo nakokî û alozî xistina nava Kurda ye. Her wiha armancek din a dewleta Tirk û PDK’ê ewe ku rewşa li herêmê aloz bibe û ji ber vê çendê jî hilbijartina parlementoya Herêma Kurdistanê pêkneyê ye.”
-Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 40 mehin agahî nayê girtin. Parêzerên Teq Teq têkildarî mijarê gotin: “Tirkiye mafên mirovan, peymanên navneteweyî û qanûnên heyî binpê dike. Ji bo pirsgirêka Kurd li Tirkiye û Rojhilata Navîn ber bi çareseriyê ve biçe, divê destûr bidin parêzer û xizmên birêz Ocalan ku hevdîtinê pêk bînin.”
-Di roja me ya îro de jin êdî bi hêza xwe ya ku beriya hezaran salan jê hatî standin xwedî derdikevin û qalib û bergên civakê jê re daniyî, dişkîne. Henase jî yek ji wan jinane ku berevajiyê van qaliban li pey hêz û xeyalên xwe diçeye. Henase dest bi karekî kiriye ku civak ji bo mêran wek pîşe dihesibîne.