‘Senaryoya PDK’ê tenê xizmeta dagirkeran dike’

HELEBCE/ROJNEWS

Welatiyên Helebceyê diyarkirin ku senaryoyên PDK’ê yên li dijî PKK’ê, ne rastin û gotin; “Ev senaryo xizmeta proseya siyasî û aştî ya civakê nake, tenê xizmeta dagirkeran dike.”

Nerazîbûnên dijî senaryoya qirêj ya PDK’ê û Wezareta Karê Hindir ya Iraqê ku idea dikirin şewatên li Herêma Kurdistanê ji aliyê PKK’êve pêkhatine dewam dikin. Welatiyên Helebceyê derbarê senaryoya qirêj ya PDK’ê a li dijî PKK’ê ji ajansa me re axivîn.

Welatiyê bi navê Menzer Elî ragihand ku baweriya wan nayê ti hizbek Kurd ya li her çar parçeyên Kurdistanê, bixwaze ziyan bide welat û aramiya Herêma Kurdistanê têk bide. Elî got; “Pêwîste hemû hizb û aliyên siyasî xwe ji tometbariyan dûr bixin, ji ber ku rewşa niya Herêma Kurdistanê pêwîstî bi yekîtiyê heye. Ev sucdarî metirsiyê li ser aştiya siyasî, civakî, jiyan û rewşa welatiyan çêdike. Pêwîstiya xelkê Herêma Kurdistan bi xizmet, mûçe û aramiyê heye.”

Welatiyê bi navê Mihemed Heme Reza jî li ser heman mijarê nêrînên xwe anî ziman û got; “Bi van senaryoyane dixwazin bê hêvîtiyê hakim bikin. Senaryoyên wiha yên PDK’ê xelkê bê hêvî dike, bi rastî jî cihê şermêye di vê sedeyê bi senaryoyên bi vî awayî dijî ciwanên welatê me çêdikin. Herwiha dijminan jî weke pehlewanan didin pêş, ev yek cihê şermê ye. Tevgerek mezin ya şoreşgerî wek PKK’ê ku xwedî îdeolojî û Kurdayetiyek mezine, ma niha ti karek wan nîne ku wê bazara Hewlêrê bişewitînin? Ev senaryoyên zarokîne û em pê dikenin. Em bi vê jî şerm dikin, ev senaryo hemû ji bo têkdana ewlekariya herêmê û xweşkirina zemînê dagirkeriyê ne.”