NAVENDA NÛÇEYAN
-Xebatên ji bo azadiya Rêber Ocalan dewam dikin.
-Rojnamevan Silêman Ehmed 268 rojin ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin û girtin.
-Êrişên dewleta Tirk ên bihevkariya PDK’ê ji bo dagirkirina xaka Kurdistanê dewam dikin.
-Gerîlayên Azadiyê rûmeta Gelê Kurd di parêzin.
-Xebatên ji bo hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê dewam dikin.
-Nakokiyên li ser hilbijartina waliyek ji bo Kerkûkê didomin.
-Şerê Hemas û Îsraîlê berdewame.
-Endamê Rêveberiya YNK’ê Stran Abdullah da zanîn ku hatina artêşa Tirk ya li nav xaka Herêma Kurdistanê berhema xebata 30 salan û hevpeymana PDK ya bi Tirkiyeyê reye û got; “Divê hêzên siyasî yên Kurdistanê nebin terefê artêşa Tirk û xwedî helwest bin.”
-Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê dagirkeriya xwe ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê berfireh dike. Jinên çalakvan ên Silêmaniyê li ser hevkarî û nokertiya PDK’ê gotin: “Ji ber nokertiya PDK’ê dewleta Tirk xaka Başûrê Kurdistanê dagir dike. Ger PDK hevkariyê neke, dewleta Tirk nikare bi vî rengî tevbigere.”
-Êrişên dewleta Tirk her ku diçe zêde dibin û ji ber bêdengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê ev gef û metirsiye zêde dibin. Çalakvanên Ranya dibêjin “Dagirkerî mijareke exlaqî û neteweyî ye, lewma divê em hemû li ber xwe bidin. Çareseriya sereke nîqaşa netewî, yekitî û yek helwestiya hemû Kurdane.”