CPT: Pêşmergeyek di bombebarana dewleta Tirk de şehîd bû

NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker çiyayê Kurejaro yê li Şêladizê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de welatiyek jiyana xwe ji dest da û tê gotin çend kesek din jî birîndar bûne. Li gor daxuyaniya Rêxistina CPT, kesê jiyana xwe ji dest daye bi navê Osman Rijdî Rêkaniye û pêşmergeye.

Di saetên sibehê de dewleta Tirk a dagirker bi balefiran çiyayê Kurejaro yê li bajaroka Şêladiz a ser bi Dihokê bombebaran kir. Di encama êrişê de welatiyek jiyana xwe ji dest da û tê gotin çend welatiyek jî birîndar bûne.

Di derbarê êrişê de Tîma Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê ya li Kurdistanê-Iraqê (CPT) daxuyaniyek da. Li gor CPT’yê kesê jiyana xwe ji dest dayî bi navê Osman Rijdî Rêkanî (32) û pêşmergeye.

Her wiha CPT dibêje Osman Rijdî dema ku bi karê mêşvaniyê ve mijûl bû di encama bombebarana balefirên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest daye.

Hêjayî gotinêye ku dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê roj bi roj dagirkeriya xwe ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê berfireh dike. Tevî dagirkeriya bi eşkere, rayedarên Iraq û Herêma Kurdistanê bêdengin. Ji ber vê bêdengiyê ji destpêka salê ve di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker yên bi hevkariya PDK’ê de, 13 welatî şehîd bûne û 11 welatî jî birîndar bûne.

(kş)

Dewleta Tirk a dagirker Şêladizê bombebaran kir: welatiyek şehîd bû-Hate Nûkirin