Li Pişder werza komkirina bamya destpêkiriye

RAPERÎN-ROJNEWS

Li sînorê Raperîn werza çinîna bamya destpêkiriye. Rojane bi dehan ton bamya dikevin bazarên Herêmê, naverast û başûrê Iraqê. Li gorî cotyarên sînor dibêjin, berhemên îsal gelek kême ji bo bi fikarin.

Li îdareya Raperîn bi giştî 250 hezar donim zeviyên ji bo çandiniyê destdayî hene. Ji vê hejmara salane hezar û 500 donim zevî bamya tê çandin. Her sal di meha Sibatê de dest bi çandina bamya tê kirin û ji dawiya meha Hezîranê heta dawiya meha Îlonê dest bi çinînê tê kirin.

Xezal Ehmed cotyarek yê navçeya Sengeser ya li devera Pişder a ser bi sînorê îdareya Raperîne. Xezal dema di nav zevî de bamya diçinî ji ajansa me re qala çandinî û bazirganiya berhemên bamya kir û wiha got: “Îsal berhemên bamya li herêmê gelek kême. Roj heye tenê 4 sindoqan kom dikin. Li gorî mezinahiya vê zeviya ku me bamya lê çandî, diviyabû rojane 100 kg bamya jê derketiba. Lê îsal bêbere.”

Jina cotyar Xezal Ehmed her wiha qala saetên karkirinê kir û wiha anî ziman: “Rojane saet 4’ê sibehê têne nav bamyan, heta em xwe amade dikin hinek dinya ronî dibe û dest bi çinîna bamya dikin. Heta saet 7’ê êvarê kar dikin, her wiha li vir em xwarina xwe jî dixwin. Bamya xizmetek zêde dixwaze, divê her du rojan carekê av bidî. Bi berdewamî her du sê rojan paqij bikî û vebijêrî, derman lê bikî. Her wiha her roj divê were çinîn ku ger na, wê zêde mezin bibe. Ji ber wê divê nêzîkatiyek tendurist li gel da bikin, da ku berhemên baş û xweşik ji nav bidestbixin.”

Xezal Ehmed di dewama axaftina xwe de rexne li hikûmetê kir û wiha domand: “Hikûmet bi ti awayî hevkariya me nekiriye. Em bi xwe hemû pêwîstî û dermanan dikirin. Pêwîstiya me bi dermanên din jî heye, lê berhemên îsal gelek kême.”

Rewa Resul jî ku ji bo kirîna bamya hatiye nav zeviyên Xezal Ehmed derbarê heman mijarê de ji ajansa me re axivî û wiha peyivî: “Ez gelek berhemên cotyarên din jî dikirim. Tevî ku gelek bamya hatiye berhevkirin jî, lê îsal berhemên bamya li gorî salên borî gelek kême. Ji ber ku berhem kême, ji bo wê li bazarê jî pereyê xwe dernaxe. Em kg bamya bi hezar û 650 dînaran heta 2 hezaran tê guhertin. Rojane li gor bazarê nirxê wê tê guhertin. Sedema xirabiya bazarê jî ji ber nebûna mûçeye, ji ber ku eger pere tunebe, xelk nikare kîloyek bamya bi 2 hezar û 500 dînaran bikire.”

Rewa Resûl wiha axaftina xwe berdewam kir: “Daxwazek zêde li ser bamyayên Qeladizê hene. Me daxwaz ji hikûmetê kir ku alîkariya cotyaran bikin da ku bikarain baştir karên xwe bikin. Ji ber ku hinek cotyar li Kurdistanê hene ku debara wan tenê bi berhemên wan ve girêdayîne. Ji bo wê giringe ku hikûmet alîkariya wan bike.”

Berdevkê Rêveberiya Çandiniya Îdareya Raperîn Xalid Ehmed jî di derbarê berhemên îsal de axivî û wiha pê de çû: “Li gorî lêkolînên Rêveberiya me, îsal rêjeya çandina bamya zêdebûye. Bi giştî salane li sînorê herêmê sê heta pênc ton bamya tê derxistin. Ji ber ku di dema borî de hikûmet di qeyrana darayî re derbazbûye, ji bo wê hevkarî û piştevaniya ji bo çandiniyê kêm bûye. Lê di warê rênîşandanê de, dezgehên çandiniyê bi her awayî alîkariya cotkaran kirine.”

(fk)