NAVENDA NÛÇEYAN
Hevserokê Giştî yê KNK’ê Ehmed Qeremus diyarkir ku êrişên dewleta Tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê, binpêkirina serwerî, yasaya Iraq û navneteweyî ye. Ehmed Qeremus got; “Li Başûrê Kurdistanê helwesta partiyên siyasî tenê di çarçoveya daxuyaniyan deye, ev ye jî kême. Ji ber ku armanca dewleta Tirk dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê ye, divê her kes li gorî vê xwedî helwest be.”
Hevserokê Giştî yê KNK’ê Ehmed Qeremus derbarê serdanên xwe yên di rojên dawî ji bo partiyên Başûrê Kurdistanê, ji ajansa me re axivî.
Hevserokê Giştî yê KNK’ê Ehmed Qeremus da zanîn ku di serdana wan de mijara dagirkeriya dewleta Tirk ku hewl dide xaka Başûrê Kudistanê dagir bike, hate guftugokirin û wiha pêde çû; “Her kes dagirkeriya dewleta Tirk ya di asta sewqiyata leşkerî, tank, top û teknolojiyê de dibîne, li ser vê mijarê helwesta partî, rêxistinên siyasî hebû, lê ev helwest tenê li ser asta daxuyaniyane. Ev helwest ne bese, lê me xwest bi hemû partî, rêxistin, navendên civakî û kesayetên Kurd re hevdîtinê bikin. Tirkiye dibêje ew ji bo parastina sînorên ve van êrişane dike, lê ev yek bi ti awayî rast nîne, armanca dewleta Tirk dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye.”
Di dewama axaftina xwe de Ehmed Qeremus destnîşankir ku 100 salin dewleta Tirk dixwaze xeyala xwe ya Mîsaqî Milî ya Osmaniyan zindî bike, îro jî vê dike û got; “Me ev mijar hemû ji bo partî û rêxistinên Başûr vegot, me armanca dagirkeriya dewleta Tirk ji wan re ragihand. Mijarek din jî ew bû ku dewleta Tirk dixwaze bi rêya dîplomasiyê hevkaran ji bo xwe peyda bike, dixwazin weke Iraq û beşek ji Hikumeta Herêma Kurdistanê, hêzên Başûr jî bixin nav vî şerî û tevlî alîkariya dewleta Tirk bibin. Dagirkeriya dewleta Tirk binpêkirina serweriya Hikumeta Iraq û Herêma Kurdistanê ye, ev dagirkerî dijî yasayên Iraq û navneteweyî ye. Ji ber ku sînorê welatek din derbaz dikin.”
Di dawiya axaftina xwe de Ehmed Qeremus behsa armancek din ya serdanên li Başûrê Kurdistanê kir û got; “Em hemu dizanin di 18’ê Îlona 2023’yan de êrişek terorî li ser baregeha KNK’ê ya li Hewlêrê çêbû, di encamê de nûnerê KNK’ê şehîd Denîz Cewdet hate qetilkirin. Em li bendê bûn ku ku proseya dadgehê destpê bike, lê bê ku hêcetek were nîşandan, danişîn hate taloqkirin. Ev qonaxa dadgehê dijî yasayê ye.”