NAVENDA NÛÇEYAN
Rêveberê Ofîsa Ragihandinê ya Wezareta Veguhestinê ya Iraqê Meysem Safî da zanîn ku wê Iraq li bajarên Iraqê 3 balafirxaneyên nû çêbike.
Rêveberê Ofîsa Ragihandinê ya Wezareta Veguhestinê ya Iraqê Meysem Safî derbarê çêkirina balafirxaneyên nû de, ji medya Iraqê re axivî.
Meysem Safî got ku karê ji bo 3 balafirxaneyên navneteweyî yên li Nasriye, Kerbela û Musilê dewam dikin, wê sala bê ev balafirxane werin vekirin û bikevin xizmeta welatiyan.
Safî got; “Balafirxaneya Kerbela ji aliyê kompanyayek Brîtanî ve tê çêkirin ku salane wê bikare pêşwazî li 6 milyon geştiyaran bike û dibe balafirxaneya herî mezin ya li Iraqê. Li Nasriye jî du kompanyayên Tirkiye û Çînê balafirxaneyê çêdikin.”