NAVENDA NÛÇEYAN
Ji kampa Keberto ya ser bi parêzgeha Duhokê ve 130 malbatên koçber ên Şengalê vegeriyan ser cih û warên xwe.
Vegera koçberên di nav wargehên Başûrê Kurdistanê de, ya ji bo Şengalê bê navber dewam dike. Bi hatina 10’mîn salvegera fermana sala 2014’an re civaka Êzidî dixwaze dosya koçberiyê bi temamî bigire û vegere ser cih û warên xwe.
Li gorî nûçeya ANF’ê îro 130 malbatên din ji kampa Keberto ya Duhokê vegeriyan Şengalê û li tevahiya gund û komalgehên Şengalê bi cih bûn û rêveberiya xweser a Şengalê jî bi hemû hêza xwe ji bo pêwistiyan serferber bûye.